Nesîhetê Bedîuzzeman Mela Seîd-ê Kurdî

🕒 28.12.2025 20:05 👁️ 676 görüntülenme ❤️ 21 beğeni

Nesîhetê Bedîuzzeman Mela Seîd-ê Kurdî
Nesîhetê Bedîuzzeman Mela Seîd-ê Kurdî

(Kürd Teâvün ve Terakkī Gazetesi’nin 22 Teşrînisânî 1324, 11 Zilka'de 1326 [5 Aralık 1908] tarihli 1. sayısının 7. sayfasında yayınlanan Kürtçe Makalesi)
                                      Bedîüzzamân Molla Saîd-i Kürdî'nin Nesâyihı                                      
                                       (Nesîheté Bedîuzzeman Mela Seîd‑ê Kurdî)  
    Ey Gelî Kurdan!
Îttifaqê de quwet,
îttihadê de heyat,
 di biratiyê de se'adet,
hukûmetê de selamet heye.
Kapika ittihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim: Hûn bizanin ku sê, sê cewherê me hene, hifza xwe ji me dixwazin.
Yek Îslamiyet, ku hezar hezar xûna şehîdane bihayê wê dane.
Ê duduyan însaniyet, ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyetiya xwe nişanî dunê bidin.
Ê sisiyan milliyeta me ye, ku meziyetê da me. Ê berê ku bi qenciya xwe saẍin; em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bê xwendinî, ku hezar ji me da yek «qazete» nikarin bixûnin delîlê wê ye.
Ê sisiyan dujminî û îxtilafe, ku ev 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyeyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir bizanin çara me ev e: ku em sê şûrê elmas bi destê xwe bigrin; ta ku em her sê cewherê xwe ji destê xwe nekin, her sê dujminê xwe ser xwe rakin!
Û şûrê ewil me'arif û xwendine.
Ê duduyan îttifaq û muhebbeta millî ye.
Ê sisiyan însanê bi nefsa xwe şuẍla xwe bike û mîna sêfîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Wesiyeta paşî;
xwendin, xwendin, xwendin û dest hev girtin, dest hev girtin, dest hev girtin.               
                                                                                                            Mela Seîd

Paylaş:

Yorum Yap

💬 Yorumlar
Henüz hiç yorum eklenmedi. İlk yorumu siz yapın!

Bu içerik faydalı oldu mu?