
Kurdîstan, Birinci sene, Adet:1
Sermuharriri: Arwasîzade Muhammed Şefîq
Sahib-i imtiyaz: Muhammed Mihrî
28 Rebiül-Ahir 1337; 30 Kanun-i Sani 1335; (30 Ocak 1919), Perşembe
(Siyasetten maada her mevzudan bahis ve her lisan ile haftada bir defa neşr olunur mecmuadır.)
(
Ev nivîs, ya talebeyê Bediüzzaman Muhammed Şefîq Arwasî ye ku di 30ê Çileya Paşîna(Rêbendan)1919’an de li Kovara Kurdistanê hate weşandin. Di vê nivîsê de tê gotin ku, da ku mileté Kurd bikare rûmet û şerefa xwe ji nû ve bi dest bixe, divê ji cehaletê, tenbeliyê, bêhêvîtiyê û ferdperestiyê dûr bikeve; bi ilm, exlaq, xebat û hestén berpirsiyarîya hevbeş şiyar bibe. Ev nivîsekî girîng e kû li Kurd’a daweti şiyarîyé dike.)
Mûlahaza
Ey gelî biraderê me yê ezîz, lazime em çavê xwe vekin, temaşa saîr ebnayê cinsê xwe bikin, kanî gihîşte çi derece û mertebê? Eger îlîm, eger sen’et, eger ticaret, eger exlaq, eger îrade, eger qewet, eger şeref û heysîyet bî, her milletek qedrê xwe ji van exlaqê hamîde xudan par bûye, ji xeyrê milletê îslamê di vî zemanî da, digel vî qasî di zemanê ewel da ev ewsafên hane ji bo
Îslamê xusûsen lazim bûn.Yanî di
Îslamê da mewcûd e, di xeyrê wî da tunebûn.
Di nav
Îslamê da xusûsen em kurd ku nûha di temam ji van ewsafên însanîyê mayine mahrum. Madem ku em jî însan in, lazime wekî însanan bin, da wekû mînaka xerab, zelîl û heqîrê xelqê nebin.
Çawan eşxasê me heysîyeta xwe muhafeze dikin û ji bo hîmayeta namus û şerefa xwe canê xwe feda dikin, lazime ji bo şeref û îzeta milletê xwe zêdetir canfedayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet hem bo wî ye, hem yê temamî efradan e.
Sed heyf kû hindek ji me şerefa mîllî ka çî ye? Ji xwe nizanin. Hindek ji me jî mubtelayê ye’s û bê hêvîtî bûne. Hindek dibêjî barê xwe avêtine kû em ne ji vî milletê ne, yanî em bê bab in.
İro milletê me (yanî hey’eta mecmue ku şêx, mela, mîr, beg, axa, tüccar u cotyar hemî jî daxil in) mîna xezûlkekî (parsekî) zexm û bi qewet kû mûyê wî hatî, neynûkê wî dirêj bûyî, ewretê wî maye derve, di qirêj û pîsîtîyê da reş bûyî nagah bête nav meclîsekî alî zehf, destê xwe dirêjî balkîfê dikit, çi fille û çi musilmam, dibêjinê haydê pîsê tenbel, ustûyê te hingê yê duduyan heye,here ji xwe ra îşekî bike, bi wî îdara xwe bike. Her kesek bi nev’ekî xeberdanê tehqîr dike.
Eceba wekî milletê merû (yani hey’eta mecmûe) di nêv milletê dî da bi vê terzê heqîr, feqîr û müstekreh bit, êdî şerme ji xwe efradê me behsa heysîyet û şerefa xwe bikin. Sebebê vî awayî zehf in. Lakîn sebebê ewel, kurtahîya nezer û âdem-i dîqqeta me ye.
Xulase daîra ûfqa me xayet teng e. Çi tiştî hebin hemî şexsî ne. Menafié ûmûmîye hêj me zewqa wan hilnedaye kû em teqdîr bikin. Em daîma temaşa ber lingê xwe dikin, serê xwe hilnayînin carek temaşa alemê jî bikin. Eger ji bo vî awayî nebit, ji çi ye milletê me wûha di nezera alemê da heqîr û zelîl e. Lewra ew şeceat û xîret û comerdî û istî’dad, zîhn û zekâ ê kû Xudayê teala fitreten di milletê me da xelq û îhsan kirî, ji bo kêm milletan îhsan kirîye.Lakîn heyf kû em wê mewhîba rebbanî wusan mûattel dihélin, nadine xebatê kû bigehête kemala xwe. Zenna min da eger çi nezer bi zahirê şer’ê eva te’tila ha heram nekin, lakin me’nen herame û em mes’ûl in.
Xudayê Teâla muînê me bit we selam.
Arwasî
zade Muhammed Şefî
q
Yorum Yap