Bi Dîtina Seîdê Kurdî: Di Hizir û Xîreta Dînî û Neteweyî de Şiyarbuna Gelê Kurd

🕒 22.02.2026 08:00 👁️ 299 görüntülenme ❤️ 10 beğeni

Bi Dîtina Seîdê Kurdî: Di Hizir û Xîreta Dînî û Neteweyî de Şiyarbuna Gelê Kurd
Bi Dîtina Seîdê Kurdî: Di Hizir û Xîreta Dînî û Neteweyî de Şiyarbuna Gelê Kurd

Bi Dîtina Seîdê Kurdî: Di Hizir û Xîreta Dînî û Neteweyî de Şiyarbuna Gelê Kurd
   Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxa yekem şiyarbûna di hizra neteweyî û dînî de ye. Seîdê Kurdî di banga xwe de serê pêşî li însaniyetê tevî, peyre li ummeta îslamê û peyre jî li gelê Kurd re xîtab dike. Di armanca wî de şiyarbûna însaniyetê tevî heye.
   Banga Seîdê Kurdî ya li Kurdan jî di çarçoveya banga wî ya li miletên dî de ye ku ji ummeta îslamê pêk tên. Li gorî wî di vê mijarê de ev xalên li jêrê derdikevin pêş:
   1. Têkiliyeke pêşketî di nav qebîle û miletan de (însaniyet).
   2. Di çarçoveya milliyeta îslamê de arîkariya misilman an ji hev re û bi vî rengî girêdaneke bibiratî û yekpareyî (ummeta îslamê).
   3. Hîskirina eleqeyeke fedakarane li hember miletê xwe (gelê Kurd).[1]
   Di heqîqetê de ev hersê bang yek xelek in, hev temam dikin û yek ne li dijî ya dî e.
   Ji ber ku her beşeke ji vê xeleka mirovatiyê pêwîst e ku li ser lêkolînên bi serê xwe û yên taybet bêne kirin û ev yek jî karekî berfireh e, em nikarin cih bidine van her sê beşan. Loma jî di çarçoveya vê xebatê de bi tenê emê li ser dîtinên Seîdê Kurdî yên derheqê gelê Kurd de bisekinin. Gelo li gorî Seîdê Kurdî qonaxên şiyarbûna gelê Kurd çi ne û xîreta û hemiyeta dînî û millî bi hev re çawa dimeşin? Emê li bersivên van her du pirsan bigerin.
   Ew “eleqeya fedakarane” ya li hember milet ku Seîdê Kurdî amaje pê dike, ne bi tenê helwesteke teorîk e. Wî di heman demê de, di hemû helwestên jiyana xwe de ew teorî pratîze jî kiriye.Dîsa bi gotina wî, ji aliyê “întîsaba wî ya Kurdayetiyê” ve ji bo şiyarbûn û pêşketina Kurdan, hizrên xwe di nutuq û meqaleyên cûrbicûr de ku di rojnameyên serdema Osmaniyan de derdiketin weşandine û di her du kitêbên xwe yên bi navên Munazerat û “Dîwana Herba Urfî” de jî nivîsîne.
   Li gorî nêrîna Seîdê Kurdî, ji ber ku Kurd ne xwediyê hişmendiya milliyetê ne, hêza wan belav bûye û ji ber vê belavbûnê zerarê didine xwe û misilman an. Naxwe divê Kurd bi hizra milliyetê hev bigirin û bibin yekpare.[2]
   Seîdê Kurdî prosesa şiyarbûn, hişmendî û miletbûnê di du gavan de tîne zimên:
   1. Gava yekem, çêbûna hizra neteweyî ye ku em dikarin ji vê yekê re bibêjin teorî/nezeriye.
   2. Gava duyem jî, çêbûna miletbûnê ye, yanî pratîzekirina teoriyê ye.
   Li gorî Seîdê Kurdî, ji berê de yên ku ji her aliyî ve ji Kurdan paşketîtir bûn, îro ji rewşa wan a paşdemayî îstîfade dikin. Ev rewş jî ehlê hemiyetê û xîretê dihizrîne û her wekî ev rewş ji bo paşeroja Kurdan darbeyeke mudhîş amade dike û ev çend jî ehlê besîretê û kesên dûrbîn ji qelb birîndar dike.[3]
   Seîdê Kurdî dixwaze ku Kurd dev ji cudatiya navbera xwe berdin û vê daxwaza xwe di gelek berhemên xwe de tîne zimên:
   “Yek ji riyên komkirina hêza xwe û parastina namûsa xwe ya millî ew e ku hûn bibin xwediyê hişmendiya milliyetê. Bi vê hişmendiyê ji bo nirxên xwe yên hevbeş ku ji milliyeta we pêk tên hawuzekî çêkin û paşerojên xwe yên maddî û manewî di vî hawuzê milliyetê de kom bikin. Herweha bi perwerdeyê ji ava vî hawuzî ya ku dê vala here re bibin asteng û bi fezîletên Îslamê jî qenalên avê yên nû ji vî hewuzî re vekin.”[4]
    Seîdê Kurdî dixwaze ku Kurd bibine xwediyê hişmendiya millî de ku ew hêza wan a ku ji ber ciyawaziya (îxtilafa) wan zeîf bûye, paşve were û hem ew û hem însaniyet ji wê hêza wan îstîfade bike û bi zanînê yekîtiya xwe ya neteweyî pêş de bibin.[5]
    Herweha dixwaze ku çavkaniya wê hişmendiya millî ji nav Kurdan bê û di hûnandina vê hizra neteweyî de nebin muqellidên cîranên xwe û ew xwe bi xwe bingeha vê hizrê biavêjin. Heger Kurd vê yekê pêk neînin, wê her dem mêjiyê wan bi hizrên genî meşxûl bibe. Ew derheqê vê xalê de wisa gazî dike:
    “Hey Kurdino! Dibînim ku li bal me kanî tuneye. Ji ber vê yekê em, aveke genî ku ji derên dûr tê vedixwin. Em mîna berê, wan tiştên ku dibin weke kirinên îstîbdad/zordestiyê dibînin. Naxwe xîret bikin, bixebitin. Ji bo arîkariya meşrûtiyetê/azadiyê ku em pê dikarin bigihîjin seadetê, fikra milliyetê bikin mîna heffar û marîfet û fezîletê bidin destê wê. Kunganekê (coyekê) biavêjin van deran, da ku kaniya kemilînan, li cem we jî der bibe. Heger na, hûn dê daîma bibin parsek, an na hûn dê ji tiyan bimirin. Hem parsekî pere nake. Heger mirov bibe parsek jî, bila parsekiyê ji nefsa xwe bike. Bi min, parsekên merhemetê yan neheq in, an jî tiral in.”[6]
   Seîdê Kurdî di meqaleyeke xwe de ku di sala 1908an de di rojnameya “Kurd Teawun ve Tereqqî”yê de weşandiye, ji Kurdan dixwaze ku parastin û hizra sê cewheran bi hev re bi wan re çêbe. Ew jî îslamiyet, însaniyet û milliyet in. Seîdê Kurdî bi rengekî wisa dixwaze ku hizir û hemiyetên dînî û neteweyî bi hev re çêbin û yek ji ya dî cuda nebe. Bi gotineke dî li gorî wî ne “milliyeteke bê dîn” û ne “dînekî bê milliyet” nayê pejirandin.
   Em dê niha li hişyarkirina Seîdê Kurdî ya di vî warî de guhdarî bikin:
   “Hûn bizanin ku sê cewherên me hene û hifza xwe (parastina xwe) ji me dixwazin: Yek îslamiyet e ku hezar hezar xwîna şehîdan bihayê wê dane. Ê diduwa însaniyet e ku lazim e em xwe di nezera xelkê de bi xizmeta eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisiyan milliyeta me ye ku meziyetê de me û yên berî me ku bi qenciyên xwe sax in. Em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, em ruhê wan di qebra wan de şad bikin.[7]
    Bêguman pejirandina Kurdan a dînê îslamê bûye sebebê gelek destkeftan û ecdad û pêşiyên Kurdan ne ji paşdemayina xwe, belkî ji hişyarbûna xwe ya maddî û manewî ketine dînê îslamê û di parastina vî dînî de bedelekî giran dane. Selahedînê Eyûbiyê ku heta roja îro jî di rojeva Ewrûpayê de ye, ji bo vê yekê nimûneyekî girîng e.
   Di sahaya însanî de jî Kurd bi camêrî, merdîtî, zanîn û xizmeta xwe têne nasîn. Digel ku gelê Kurd ji hevdu re zêde ne xwedî wefa bin jî, lê li hember biyaniyan, an li hember miletên cîran hîç bêwefayî nekirine, hetta di dirêjahiya dîrokê de ji xwe zêdetir xizmet ji Ereb, Faris û Tirkan re kirine.
   Lê esas sahaya ku Kurd tê de li paş mane, çênebûna hizra neteweyî yan jî millî ye.Ji ber ku Kurdan bi awayekî semîmî bi distûrên îslamê girtine û digel ku cîranên wan Ereb, Faris û Tirkan di bin hizra dînî de hizrên xwe ya neteweyî jî hûnane û pêş de birine û hetta ji ber vê rewşê ji aliyê dinyewî ve jî gelek sûd girtine, lê van cîranan “hizra neteweyî” her dem wekî ku tiştekî dijberî dîn nîşanî Kurdan kirine û ev yek her dem ji xwe re caîz dêrane. Ev rewş jî bûye sebeb ku Kurd her û her xwe dûrî “hizra neteweyî” bigirin û bi awayekî neyînî lê binêrin û ji ber ku di vê sedsala dawî de ku Kurdan hêza xwe hemû di rêya bidestxistina nasnameya neteweyî de xerc kirin û sedsala XXan her bi têkoşîna li hember cîranên xwe derbas kirin jî, dîsa wekî miletên dî firset nedîtin ku “şaristaniyeke zanînê” ava bikin û wekî cîranên xwe bi ilim, îrfan û zanînê re meşxul bibin. Berevajiyê wê Kurd her dem bi şer ve meşxul mane.
    Lê di vê sahaya çêbûna “hizra millî” de kêmasiya alimên Kurdan, rewşenbîrên wan û rêvebirên saziyên wan heye. Alimên Kurdan “hizra neteweyî” li moxila îslamê nekirine û nekarîne ji bo têkiliya “îslam” û “netewe”yê xwendineke îslamî ya nûjen bikin û vê yekê binirxînin. Alimên Kurdan qet nebe dikaribûn kitêb, nutuq û meqaleyên Seîdê Kurdî mitale’e bikin, şerh û şîrove bikin û bi “erênî” yan bi “neyînî” fikrên xwe diyar bikin. Alimên Kurdan, bêyî mitale’e û rawestana li ser mijara “hizra neteweyî”, ew red kirin. Gelo di gotina Seîdê Kurdî ya bi şiklê “... bi hifza parastina milliyeta xwe” de, ku berî niha jî derbas bû, îfadeya “hifza milliyetê” ne parastin e? Li gorî me, pêwîst e ku alimên Kurdan bi bersivekê jî vê yekê re bibînin.
    Rewşenbîrên Kurdan û rêvebirên saziyên wan jî di xebat û liv û tevgerên xwe de hîç îhtiyac nedîtine ku dînê Kurdan ê sereke ku îslam e, li ber çavan bigirin. Hetta carinan ev çend di çarçoveya kevneperestiyekê de jî nirxandine. Herçiqas hin ji rewşenbîrên Kurdan piştî demeke dirêj bi vê xeletiya xwe hisiyan jî vê yekê feyde nekir. Tevger û dewletên dî zû de piraniya Kurdan kiribûn bin tesîra xwe û ji van rewşenbîr û rêvebiran re jî bi tenê temaşeya vê rewşê mabû. Dikare bê gotin ku rewşenbîrê Kurd, di sedsala XXem de têkoşer bû, lê niha di sedsala XXIem de ew tenê temaşevan e.
   Seîdê Kurdî di meqaleya xwe ya bi sernavê “Ey Gelî Kurdan” de ku ji bo Kurdan wekî nexşerêyeke giştî ye weha dibêje:
  “Sê cewherên me/Kurdan hene: Îslamiyet, însaniyet û milliyet.
   Sê dijminên me/Kurdan hene: Feqîrtî, cehaletî û îxtilaf (dijminî).
   Sê çekên me/Kurdan hene: Me’arif (xwendin), îttîfaq (yekîtiya millî) û kar û xebat.”
   Her sê cewher, lazim e werin parastin, ji ber ku pêşketin bi wan in. Heçi her sê dijmin nin, lazim e em wan ji ser xwe rakin. Lewma ew dibin sebebê paşketinê. Bi her sê çekan jî, emê her sê cewherên xwe biparêzin û her sê dijminên xwe jî ji xwe dûr bikin.
    Li vê derê Seîdê Kurdî, dixwaze parastina “nasnameya dînî” û “nasnameya neteweyî” bi hev re bê kirin û daxwaze mafên van her du nasnameyan jî bi hev re bê meşandin.
 
Dr. Reşad ADAK
 
[1] Bedûzzaman Said-i Nûrsî, Şualar, Zehra Yayıncılık, İstanbul 2005, r. 419.

[2] Bedûzzaman Said-i Nûrsî, Îçtîma-î Dersler, Zehra Yayıncılık, İstanbul 2004, r. 127.

[3] Said-i Nûrsî, h.b. r. 570.

[4] Said-i Nûrsî, h.b. r. 127.

[5] Said-i Nûrsî, h.b. r. 453.

[6] Said-i Nûrsî, h.b. r. 94.

[7] Said-i Nûrsî, h.b. r. 509.
 
Paylaş:

Yorum Yap

💬 Yorumlar
Henüz hiç yorum eklenmedi. İlk yorumu siz yapın!

Bu içerik faydalı oldu mu?