Bi munasebeta salvegera vefata Bediüzzaman de, xulaseyek ji jiyana wî.
🕒 28.03.2026 15:27
👁️ 220 görüntülenme
❤️ 8 beğeni
Bi munasebeta salvegera vefata Bediüzzaman de, xulaseyek ji jiyana wî.
Seîdê Kurdî, di sala 1877`an de li bajarê Bedlîs`ê, navçeya Hîzan`ê û gundê Nursê hatiye dinê. Navê bavê wî, Mîrze û navê diya wî jî Nurê ye. Heta neh saliya xwe li cem dê û bavê xwe dimîne. Birayê wî yê mezin Mele Ebdillah jî li medresan îlm tehsîl dikir. M. Ebdillah, ji ber ku dixwend, ji hevalên xwe pir cûda bû. Wexta, kesên ku li îtîbar û meziyetên wî dinihêrîn, li wî heyran diman. Ev halên han jî, ji bo xwendinê şewq û heyecan dida Seîdê Piçûk.
Seîd, di neh saliya xwe de dest bi perwerdahiya xwe ya medresê kiriye û li gundê Tax`ê, li cem Mele Mihemed Emîn jî dest bi tehsîla xwe ya ewil kiriye. Lêbelê, pir lê nesekiniye. Yek ji taybetiyên Seîd jî; hertim îzzeta xwe diparast û qet tehhemulê gotinên amîrane nedikir. Ev taybetiya han ji Seîd re, ji bo veqetandin û dûrketina medresê sedemek bû. Piştre, Seîd vedigere Nursê. Birayê wî yê mezin Mele Ebdillah, di heftê de rojekî dihate gundê xwe, li cem dê û bavê xwe. Qederekî, Seîdê Piçûk dersa xwe di wê rojê de ji kekê xwe distend. Piştî muddetekî, Seîd diçe Gundê Pîrmîsê. Piştre, diçe cem Şêxê Hîzanê. Fitreta wî di zaroktiya wî de jî, tehemmulê neheqiyê nedikir. Mirovekî merd û cesûr bû. Ji ber vê xususiyeta wî, li vê medresê çar şakirdan ji Sîed heznedikirin û hertim wî acizdikirin. Ew jî, ne ji bo şîkayetê diçe cem Şêx û dibêje: “Şêx efendî, ji şakirdên xwe re bibêje, wextê ku ewên werin şer û lêxistinê, bila çar bi çar neyên, bila dudu bi dudu werin.”
Ev mêraniya Seîdê Piçûk, pir bi xweşiya şêx diçe û ji Seîd re dibêje: “Tu şakirdê min î. Kesek nikare tiştek bi te bike.” Piştî vê bûyerê, êdî bi navê Telebê Şêx ve tê yadkirin. Qederekî li vir dimîne. Piştre, ew û kekê xwe Mele Ebdillah diçin Nûrşînê.
Di nav Medresên Kurdan de edet e: wexta ku alimek îcazeta xwe distîne, diçe li gundekî medresekî vedike. Eger ku qeweta wî hebe, pêdiviyên telebeyan ew dibîne, lê ku qeweta wî têrê neke wê çaxê, gundî di nav xwe de temîn dikin. Di nav şakirdan de tenê, seîd zekat nedistand û nedikete bin mineta tu kesî. Ji ber vê sedemê Sîdê Piçûk, li Nurşînê jî zêde namîne. Vedigere Hîzanê û tê Nûrsê. Dîsa qederekî li gund dimîne û li gund xewnekî dibîne. Di xewna xwe de dibîne ku, qiyamet qewimiye û dinya xerabûye. Piştî mirinê însan dîsa îhya bûne. Seîd jî di wê heyamê de difikire û endîşe dike ka gelo wê çawa Resululah ziyaret bike? Tê hişê wî û dibêje: “ A baş ew e ku ez herim ser Pira Siratê bisekinim. Jixwe herkes dê wir de derbas be”. Li ser pirê yek bi yek pêxembera ziyaret dike û mezherê dîtina Resulullah jî dibe û ji xew radibe.
Seîd ji vê xewnê feyzek pir mezin distîne. Biryara xwe dide û ji bavê xwe jî destûrê distîne û dîsa li çend medreseyan digere, heta diçe Bazîdê. Li Bazîdê, li medresa Şêx Muhemed Celalî sê mehan dimîne. Îlm û zanistên ku di bîst salan de têne xwendin, Seîd di sê mehan de tehsîl û îkmal dike. Wextê xwe bi haşiye û şiroveyan ve zayî nake. Mebesta(armanca) Mele Seîd, divê di usula medreseyan de şêweyekî nû yanî teceddudekê çê bibe.
Li Bazîdê bi roj li medresa Celalî tedrîsat didît û bi şev jî diçû Kumbeta Ehmedê Xanî. Ehmedê Xanî, alim û edebiyatnasekî kurdan e. Gel digot: “Mele Seîd mezherî feyza Ehmedê Xanî bûye”. Mele Seîd li vir îcazeta xwe distîne û bi navê Mele Seîdê Meşhur bi nav û deng dibe. Mele Seîdê Meşhûr, di vê wextê de çardeh saliye.
Ji Bazîdê vedigere Bedlîsê û diçe medresa Şêx Muhammed Emîn. Du rojan li wir dimîne. Şêx ji wî re dibêje, çek û kîswa aliman li xweke. Lê, Melayê Meşhûr vê teklîfê red dike û dibêje ez hê zarok im.
Piştî Bedlîsê diçe Şîrvanê, li cem birayê xwe yê mezin. Di navbera wan de sohbetek derbas dibe. Mele Ebdullah, birayê xwe îmtîhan dike û piştre fêm dike ku Seîd heştê kitêb xelaskiriye û îlmê xwe îkmal kiriye. Helbet, Mele Ebdullah birayê xwe teqdîr û pîroz dike. Ew Seîdê ku heta heşt meh berê telebetî ji Mele Ebdillah re dikir, êdî ji niha pê ve bû ustadê wî. Qederekî li cem Mele Ebdillah dimîne û piştî Şîrvanê jî diçe Sêrtê. Medresa Mele Fethullah ziyaret dike. Heftekî li medresa Mele Fethullah dimîne.M.Fethullah çi kitêbê ji Mele Seîd re dipirse, ew jî dibêje: “Min xelaskiriye.” Ji kîjan kitêbê dipirse, Mele Seîd jî bersiva wî dide. Ji aliyê hifzê jî îmtîhan dike. Mele Seîd, ji Maqamatê Herîrî pelekî carekî dixwîne û jiber dike. Mele Fethullah dibêje: “Cembûna/kombûna zeka û hifzê li ser mirovekî, pir kêm e.” Bi vî awayî heyret û heyraniya xwe dîne zimên û li ser kitêba ku Melayê Meşhur xwendiye: kitêba Cem’u`l-Cewamî’ di hefteyekî de jiber kiriye, dinivîse. Mele Fethullah jî îcazetê dide Mele Seîd. Bi vî awayî Melayê Meşhûr, dibe xwediyê duheb îcazetan(Belgeya/sûretê îcazeta Mele Seîd, niha li muftiyeta Urgupê ye).
Nam û şohreta Mele Seîd li welêt belav dibe. Wexta ku li Sêrtê dimîne, bo qederekî diçe Tîllo`yê. Dikeve hundirê wê turba meşhûr. Bi îlm û îbadetê meşxul dibe.
Ji nav eşîreta mîran tê Mêrdînê. Alimên Mêrdînê, ewil tehhemulê wî nakin. Lê, dibînin ku ilmê wî pir e. Mecbûr dimînin wî ustad qebul dikin. Li Mirdînê du şakirdan dibîne. Yek ji wan, telebeyê Cemalledîn Efxanî ye û yê din jî tarîqata senûsî ye.
Mele Seîd li Mêrdînê dikeve nav jiyana siyasî. Herwiha, jiyana wî ya siyasî jî li mêrdînê destpêdike. Ji gel û welatê xwe re dest bi xîzmetê dike. Ji ber fealiyetên wî yên siyasî, waliyê mêrdînê ditirse û aciz dibe û destê wî kelepçe dike û wî dişîne Bedlîsê. (Piştre, Walîyê Wanê Hesen Paşa, mele seîd dawetî Bajarê Wanê dike. Alimekî marûf li wanê tune bû. Mele seîd, diçe wanê û panzdeh salan li wir dimîne.)
Mele seîd zanibû ku ilmên dînî û ilmên medresan ji bo berterefkirina şek û şupheyan ne bes e. Ji ber vê pêdawistiyê dest bi xwendina zanistên fennê kir. Tarîx, erdnîgarî, matematîk, jeolojî, fîzîk, kîmya, astronomî û felsefe digel usul û termînolojiya wan ve xwend û esasê wana hîn bû.
Ehlê îlmê ferq dikin ku mele seîd hem waqifê îlmên dînî û hem jî îlmên fennî ye. wekî Behra Ummanê bûye xwediyê îlmê. Ji ber vê taybetiyê ehlê îlmê, ji re gotin: Bedîuzzeman.
Mele seîd wexta ku li wanê bû herdaîm bi walî Tahir Paşa re rojname dixwend. Bi taybetî jî, pirsgirêk û halên ku bi îslamiyetê ve eleqedar bûn bala wî dikişand. Rojekî, Tahir Paşa rojnameyekî de nuçeyeke mudhîş nîşanî wî dike. Nûçe jî ev e:
Di meclîsa îngîlzan de wezîrê mêtînkariyê(mustemleke), Qur`an`a Pîroz bilind dike û dibêje: “Heta ku ev Qur`an di destê mislimanan de be, em nikarin bibin hakimê wan. Em çi bikin divê em bikin; em ê yan Qurànê ji destê wan de derxin, an jî mislimanan ji Qur`anê dûr bixin û wana ji Qur`anê sar bikin.” Ev nûçeya han tesîrek gelek mudhîş li ser wî dike. Li ser vê bûyerê mele seîd dibêje: “Ez ê îspatî dunyayê bikim ku nûra Qur`anê venamire û nayête vemirandin”(Çawa ku roj bi pifkirinê ve natemire, Qur`an jî wisa ye). Ev bûyer dibe wesîle ku niyeteke bi quwwet di ruhê wî de şiyar be û dest bi xebatê bike.
Armanc û mebesta Beduzzeman a girîng û mezin, li kurdistanê bi navê Medresetu`z-Zehra`yê ve vekirina zanîngehekî bû. Navenda vê zanîngehê li Wan`ê û şaxek li Bedlîs`ê û şaxek jî dê li Diyarbekir`ê bûya. Dîxwast ku bi vê rêyê ve Kurdistanê ji cehaletê, xizaniyê û bêtifaqiyê xelas bike. Ji bo bicîhanîna vê armanca xwe, berê xwe dide Îstenbol`ê. Dixwaze ku Siltan Evdilhemît bibîne da ku mebesta hatina xwe ya stenbolê bêjê. Ewan jî ji bo vê xebata xelatekî didin Beduzzeman. Mixabin, ev xelat jî timarxaneye. Dibêjin, ev dîne û ewî bawêjne timarxanê.
Jiyana bedîuzzeman ya qonaxa stenbolê, dereceyekî siyasî ye. Bi rêya siyasetê ve ji îslamiyetê re xîzmet dikir. Alîgirê azadiyê bû. Dixwest ku ji vê îlana azadiyê îstîfade bike û mirovahiyê şîyarke. Piştî îlana azadiyê, sê rojan li Selanîk`ê, li meydana hurriyetê nutqekî îradê gel dike. Ji bo ku milet huşyar bike; di rojnameyan de meqaleyan dinivîse, li her derî digere û hetta diçe qehwexaneyên ku hemalên kurd lê ne. Di wan rojan de, di Rojnameya Pêşketin û Hevkariya Kurdan(Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi) de evê nesîhetê li gelê kurd dike:
“Ey Gelî Kurdan! Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet, di hukûmetê de selamet heye. Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim:
Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin. Yek Îslamîyet e; ku hezaran şehidan bi xwîna xwe buhayê wê dane. Ê duduyan însanîyet e; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însanîyetî xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisîyan millîyeta me ye, ku mezîyetê da me; yên berê ku bi qencîya xwe sax in, em ê bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî vê, sê dujminê me hene, me xerab dikin: Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û nexwendinî ye; ku hezar ji me de yek "qazete" nikarin bixwînin delîla wê ye.
Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e; ku ev 'edawet, quweta me wenda dike, me jî musteheqê terbîyê dike û hukûmet jî, ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, da ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin.
Û şûrê 'ewil: Me’rîfet û xwendin e. Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê(xelqê) hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Û wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin... Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin…”
Bediüzzaman Said Nursî di vê peyamê de bang li Gelê Kurdan dike ku bi awayekî zêde hişyar bibin: quweta wan di ittîfaq û yekîtîyê de ye, ne di cihêbûn û dijminîyê de. Wî diyar dike ku gelê Kurd sê qîmetên girîng hene—Îslamîyet, însanîyet û millîyet—ku divê wan biparêzin. Lê di heman demê de sê dijminên mezin jî hene: feqîrtî, cehalet û îxtilaf. Li gorî wî, çara vê rewşê xwendin û zanîn, yekîtî û muhebbet, û xebatkirina bi xwe ye. Ji ber vê yekê wî peyama xwe bi awayekî zexm bi vê gotinê dawî dike: “Xwendin, xwendin, xwendin; desthev girtin, desthev girtin, desthev girtin.” Ev bangek e ji bo pêşketin, hişyarbûn û yekbûna gele.
Ji vé meqaleyé ji té famkirin ku; Bediüzzaman Said Nursî dixwaze gelê Kurd bi zanîn, yekîtî û xebaté pêş bikeve, ji cehalet, feqîrtî û cihêbûnê xilas bibe û qîmetên xwe yé dîni, mirovahî û nasnameyé biparêze.
Nîhayet, bûyera sîh û yekê adarê diqewime. Panzdeh xoceyên ku navên wan di bûyerê de derbas bûne, têne dardekirin. Xurşît Paşa di pacê re, alimên ku hatinê dardekirin, nîşanî bedîuzzeman dike û weha dibêje: “Dibêjin ku te jî şerîet xwestiye, halê şerîetxwazan tu dibînî.” Bedîuzzeman jî weha bersiv dide: “Ji bo heqîqeteke şerîetê eger hezar serê min hebin û rojê yek were jêkirin jî, ez ji bo fedakirinê dîsa jî amade me. Şerîet, egera se`edet , edalet û fazîletê ye. Ne wekî ku sergerde terîf dikin e.” Ji dadgehê beraet derdikeve û bedîuzzeman jî ji dadgehê re tu spasî nake û ji Bayezîdê heta Siltan Ahmedê tevî gel dimeşe û weha dibêje: “Ji bo zaliman bijî cehhenem.” Piştre, bedîuzzeman parastina xwe ya dîwana herbê, diweşîne.
Bedîuzzeman, piştî vê bûyerê li stenbolê pir nasekine, vedigere wanê. Wexta ku digîhêje wanê di nav eşîrên kurdan de digere. Di vê gera xwe ya di nav eşîran de bedîuzzeman, bi pirayî li ser asteng û pirsgirêkên kurdan sekiniye û çareyên wan destnîşan kiriye. Pişre, bi navê Munezerat ve wekî kitêbekî çap dike.
Piştî vê gerê, li ser daxwaz û israra Alimên Şamê, bedîuzzeman diçe Şam`ê. Disa bi israra wan aliman bedîuzzeman, li Mizgefta Emewiyê de xutbeyekî dide. Ev xutbeya bedîuzzeman hem ji aliyê aliman û hem jî, ji aliyê gel ve tê teqdîrkirin. Piştre, bedîuzzeman vê xutbeya xwe bi navê Xutbeya Şamê ve diweşîne. Di vê xutbeya xwe de bedîuzzeman, li ser paşdemayîna alema îslamê û peşketina Ewrûpa`yê disekine. Behsa felaket û esareta mislimanan dike û li ser nexweşiyên maddî û manewî yên mislimanan disekine û çarenûsa wan destnîşan dike. Ev xutbe hem ji bo alema îslamê û hem jî, ji bo însaniyetê derseke gelemperî û xweş e.
Bedîuzzeman, li şamê pir nasekine û ji bo vekirina Medresetu`z-Zehra`yê dîsa diçe stenbolê. Di seyahata Siltan Reşat a Rumeliyê de li ser navê alimên kurdistanê beşdarî dike. Siltan Reşat, wê li Kosowa`yê zanîngehek vekira. Lê, bi despêkirina Herba Balkan ve, ev proje têk diçe. Li ser daxwaza bedîuzzeman, ew nozdeh hezar zêrên ku ji bo Zanîngeha Kosowa`yê hatibû veqetandin, ji bo çêkirina Medresetu`z-Zehra`yê tê dayîn.
Piştre bedîuzzeman vedigere wanê, li kêleka behra wanê, li Edremît`ê temelê medresetu`z-Zehra`yê davêje. Lêbelê, herba cîhanê ya yekemîn despêdike û ev teşebusa bedîuzzeman jî naçe serî(1914).
Bedîuzzeman, bi tevî şakirdên xwe ve, di herba cîhanê ya yekemîn de li hemberî Rûsan cîhadê dike. Bedîuzzeman digel şakirdên xwe di vê herbê de gelek fedakarî kirine. Dîsa di heyama herbê de bedîuzzeman, bi alîkariya şakirdê xwe Mele Hebîb ve tefsîra xwe ya bi navê Îşaretu`l-Î’caz, car caran di sîperê de û car caran jî, li ser hespê nivîsandiye. Di vê herbê de, tevî katibê ‘îşaretu`l-î’cazê Mele Hebîb û bîst telebeyên bedîuzzeman ên fedakar, şehîd dibin.
Bedîuzzeman jî, li Bedlîsê ji aliyê artêşa rûsan ve dîl tê girtin û artêşa rûs jî, wî dişînin Kostûrmayê. Bedîuzzeman, dora du sal û nîvan li Kostûrmayê di esaretê de dimîne. Piştî du sal û nîvan şûnde nîhayet bedîuzzeman fîrar dike. Bi xeta Petersburg-Varşova û Wîyana`yê ve dighêje stenbolê. Hatina wî ya stenbolê, ehlê îlmê memnûn dike. Bê xebera bedîuzzeman, wî dikin endamê Daru`l-Hîkmetu`l-Îslamiye`yê.
Di 1918`an de îngilîz, stenbolê dagirdikin. Bedîuzzeman, ji bo ku milet huşyar bike, bi navê Xutuwatu`s-Sîtte pirtûkekî dinivîse û belav dike. Di vê heyamê de bedîuzzeman, têkoşînek serkeftî û xweş dide. Ev têkoşîna han pir bi xweşiya Hikumeta Enqerê jî diçe û bi şîfre bedîuzzeman dawetî enqerê dikin. Bedîuzzeman, ewil evî teklîfê qebûl nake. Piştre dostên wî dixin dewrê û bedîuzzeman jî wan dostên xwe naşkêne û berê xwe dide enqerê.
Wexta ku bedîuzzeman digihîje enqerê, di meclîsê de bi atmosfereke germ wî pêşewazî (xoşamedî) dikin. Lê, waziyeta hikûmata enqerê, nakeve serê wî. Bedîuzzeman, nesîhetê li mebûsan dike û li ser vê nesîhetê şêst mebûs dest bi nimêjê dikin. Lê, serokê meclîsê M. Kemal ji vî halî razî namîne û bi bedîuzzeman re dikeve munaqaşê. Rojekî, di nav pêncî-şêst mebûsan de serokê meclîsê ji ustad re weha dibêje: “Me gazî te kir ku tu jî werî û em ji wan fikr û ramanên te îstîfade bikin. Lê, tu jî hatî qala nimêj mimêjê dikî û îxtîlafê dixî navbera me.” Li ser vê gotinê bedîuzzeman herdu tiliyên xwe dirêj dikê û weha dibêjê: “Paşa paşa! Li vê dinyayê piştî îmanê heqîqeta herî mezin nimêj e. Yê ku nêmij neke, xaîn e. Hukmê xaînan jî merdûd e.”
Bedîuzzeman, li enqerê jî vala nasekine. Ji bo vekirina ew zanîngeha ku ji berê de xeyala wê dikir, dixebite û ji bo medresetu`z-Zehra`yê sed û pêncî hezar banknotî ji meclîsê derbas dike. M. Kemal jî, ji bo ku bedîuzzeman bikşîne cem xwe, teklîfa mebûsiyê, waîztiya hemû kurdistanê û koşkekî dike. Lê, bedîuzzeman ew şexsê axirzeman ê ku di rîwayetan de derbas dibe, li ber çavê xwe dibîne û wan teklîfan red dike û vedigere Îstenbol`ê.
Di dema ku Bediüzzaman Said Nursî ji bo Ankarayê hate vexwendin, ew pêşniyarên kadroyên damezrîner qebûl nekir û bi wan re ket nîqaşê. Tevî hemû iltifat û pêşwaziyên cazîbedar, ew niyeta wan fam kir û berdewam kir ku rastiyên Qur’anê biparêze. Ev vexwendin ji bo wî bû xaleke girîng û şikestinekê di jiyana wî de. Ji kiryarên paşîn tê fêm kirin ku ew kesên ku wî vexwendibûn, navê wî di defterên xwe de wek “yên ku divê jê revanş were girtin” tomar kiribûn. Ji roja ku ji Ankara derket, li ser wî çavdêrî û şopandineke tund hat sepandin û hat xwestin ku rewşa wî bi raporan were ragihandin. Ew ji welatan heta welatan, ji walîyekî heta walîyekî din hate radestkirin; bi şopandin û çavdêriya hessas re li ser wî rapor û tutanak hatin nivîsandin û ji bo mercên têkildar hatin şandin. Di rêwîtiya wî ya ji Îstanbulê ber bi Wanê ve, ku riya Trabzon–Erzurum–Bitlis şopand, raporên ku ji bo Ankara hatin şandin hene û di arşîvan de têne dîtin. Li Wanê heta ku ma, Bediüzzaman Said Nursî xizmetên xwe berdewam kir.
Piştî bûyera Şêx Seîd Bedîuzzeman surgunî Burdurê dikin. Li vî bajarî di bin zulm û te’deyê de jiyaneke weke esaretiyê dikişîne. Dîsa vala nasekine, xebat û xizmeta îman û Qur’anê dike. Bi navê “Deriyê Ewil yê Nûrê” pirtûkekê dinivîse û belav dike. 8 meha li wî bajarî dimîne. Bi hesabê takrîbî, rêwîtiya sirgûnê ya ku di Adara 1926’an de dest pê kir, ji Wane ber bi Îstanbulê ve û ji Îstanbulê jî bi rêya Antalyayê ber bi Burdurê ve (rêya Îstanbul–Antalya–Burdur) di dawiyê Gulana an jî destpêka Hezîrana 1926’an de qediya. Dema ku tê hesibandin ku ew 8 meh li Burdurê ma, ev tarîx nîşan dide ku em digihîjin hefta yekem a Sibata 1927’an. Paşê, veguheztina wî ji Burdurê ber bi Ispartayê û ji Ispartayê jî ber bi Barlayê ve, li gorî tomaran, di dawiya Sibata 1927’an an jî destpêka Adarê de qewimîye.
Hedef û armanca surgûntîya wî ya Barlayê, dûrxistina ji nav bajar û mirovan, ji bo ku ne peyivê, berhemê îmanî nenivîse û xîzmeta Qur’anê neke. Ev rewş jî ji bo alimekî têkoşer ezabekî pir mezin bû. di bin istibdad û teressudê de pir işkence û ezab dîtiye. Ji sala 1927’an heta sala 1934’an li Barlayê dimîne. Li vê derê dest bi nivîsa Rîsaleyê Nûrê dike. Bi şev Qur’ana pîroz, Cewşen, munacata şahê Geylanî û Şahê Neqşibend û çavkaniya Rîsaleyê Nûrê “Hizbu’n-Nûriyye” dixwîne. Di nav rojê de jî li ser teshîha Rîsaleyan disekine. Ehlê ilhadê dinêrin ku Rîsaleyê Nûr geş dîbe, îman islamiyet bi hêz dibe û li ser vê dibêjin Bedîuzzeman cemîyeteke ne hişkere ava dike û li dijî rejimê xebatan dike.
Li ser van iddîayan di eleyhê Bedîuzzeman de di 1935’an de li bajarê Eskîşehîrê mehkeme vedibe. Wî digel sed û bîst telebeyên wî dixine girtîgeha Eskîşehîrê û îşkenceyên bidehşet li wan kirine. Bedîuzzeman xistine nav tecrîda mutleq. Digel wan îşkenceyan girtîgehê dixe medreseya Yûsifiye.
Piştî girtîgeha Eskîşehîrê wî surgunî Qestmonuyê dikin, demeke dirêj, li hemberî qereqola polîsan “îqameta mecbûrî” li ser wî ferz dikin. Ji 1936’an heta 1943’yan, heyşt salan di bin çav de dimîne. Bedîuzzeman, di bin vê zulm û esaretê de jî vala nesekiniye. Xizmeta îman û qur’anê domandiye. Bedîuzzeman, bi şiklekî veşartî ve bi rêya nameyan, bi telebeyên xwe re dikeve îrtîbatê(peywendî). Rîsale-î Nûr bi vî awayî li herêma Behra Reş(Karadenîz)`ê belav dibe. Bi vî şiklî, daîreya Rîsaleyên Nûr fireh dibe û jimara kesên ku Rîsaleyan dixwînin û dinivîsînin, zêde dibe.
Dujminên Îslamê li hember vê futuhatê, dek û dolaban dizivirînin, dibêjin: “Bedîuzzeman di aleyhê Hikûmatê de ye, cemiyeteke veşartî saz dike û ji M. Kemal re, deccal û sufyan dibêje.” Bi van îddeayan ve Bedîuzzeman û tevî sed û bîst û şeş telebeyên wî, di sala 1943`an de sewqî dadgeha Denîzlî`yê dikin. Li ser parastina bedîuzzeman, ew û telebeyên xwe serbest têne berdan. Disa ji neh mehan di girtîgehê de dimînin. Di vî girtîgehê de jar didin bedîuzzeman. Jixwe, tevî vê carê nozdeh caran jar dane bedîuzzeman. Lê, her carî bi hifz û parastina Xwedê Bedîuzzeman ji van qomployan xelas dike. Di bin van zehmet û îşkenceyan de jî bedîuzzeman, nivîsîna rîsaleyan didomîne. Bi van xebatan ve Rîsaleyên Nûr, seranserê Tirkiya`yê belav dibe. Bedîuzzeman, di sala 1944`an de ji girtîgehê derdixin û wî ji Denîzlî`yê dişînin Emîrdax`ê. Bedîuzzeman, heta 1947`an li vir maye.
1947`an de ustad û telebeyên wî dibin Afyon`ê. Li Afyon`ê jî dozger, li hember bedîuzzeman û telebeyên wî doz vedike. Li vira jî wana dixine girtîgehê. Di encamê de ew îthamên ku di derheq bedîuzzeman û telebeyên wî de hatibûn kirin, tev pûç dertên. Dîsa jî bîst mehan di girtîgeha Afyon`ê de dimîne. Heta îlona 1949`an di girtîgeha Afyonê de dimîne. Piştî girtîgehê, du mehan li Afyonê disekine. Ji wira jî diçe Emîrdax`ê û ji Emîrdax`ê jî 1950`yan de derbasî Ispartayê dibe. Di 1952`yan de ji bo mehkemeya Gençlîk Rehberî(Rêberê Xortan) diçe Stenbolê.
Her çend ev dem li gorî demên berê hinekî rehetir bû jî, lê zext û tarassud li ser wî qet bi dawî nebû. Di van salên dawî de jî di nav zehmet û tengiyan de serdana bajarên wekî Îstanbul, Emirdağ, Isparta, Barla, Ankara, Konya û hwd. berdewam kir.
Di Adar`a 1960`î de li ser daxwaza bedîuzzeman, telebeyên wî, ewî bi otomobîlê ve li ser gozergeha Konya`yê ve dibin Ruha`yê. Bedîuzzeman, piştî ku digihêje Rûha`yê du roj şûnde, ruhê xwe teslîm dike. Çawa kû di jiyana xwe de tahammul li Bediüzzamanê nehat kirin, her weha li ser gora wî jî tahammul nehat kirin û zilm berdewam kir. Wek nimûneyek ji vê zulmê, di 12ê Tîrmeha 1960’an de gora Bediüzzamanê kû hat vekirin, cenazeyê wî ji gora wî ya li Şanlıurfayê derxistin û bi şiklekî veşartî bi balafirek leşkerî ve birin cîhekî nenas û xerîb.
Bediüzzaman, hemû jiyana xwe ji bo xizmeta Îslamê, zanîn û imanê sarf kir û bi sebir û îmanê di nav gelek zehmet û tecrîdan de jiyan kir. Rehma Xwedê lé be. Cihê wî cennet be. Xwedê ji wî razî be.
Abdulkadir KURŞUN
28.03.2026
Yorum Yap