Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

🕒 08.05.2026 01:13 👁️ 51 görüntülenme ❤️ 2 beğeni

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê
Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

   Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de ye. Seîdê Kurdî, di meqaleyeke xwe de ku tê de xîtabî Kurdan tevan dike, wiha dibêje:
   “Ey Gelî Kurdan! Çavên xwe vekin, sibeh hat û şiyar bin. Bila xwediyên hizrên xirab ji ciyawaziya we, ji nebûna şaristaniya we îstifade nekin. Yekîtiya vî miletê bi şan û şeref, bila nexin hedef ji nexweşiyeke nebaş re. Ji ber ku wê demê tevahiya milet û Îslamiyet dê ji we bibin dawedar. Bi lêxistina sîleya zeman a li we vê îxtilaf û keşmekeşiyê (ji nav me) biavêje.”[1]
   Li vê derê Seîdê Kurdî bal dikişîne ser vê xalê ku heger Kurd nebin milet, ev nemiletbûna wan, hem dê bibe sebebê zerera wan û hem zerera gelên cîranên wan. Herweha di vê rewşê de hem însaniyet, hem jî her kes dê ji wan bibin xwedîşîkayet. Bi rastî jî îro em dibînin ku hem Kurd ji cîranên xwe gilîvan in û hem jî cîranên wan ji wan gilîvan in.
   Di dema belavbûna Dewleta Osmanî de heger Kurd bi hîleyan ji mafên xwe yên tebî’î nehatana mehrûmkirin, ev rewşa trajîk ku heştê sal e di nav Kurd û cîranên wan de dom dike, dê tunebûya.
   Di nêrîna Seîdê Kurdî de di dema Osmaniyan de (û wekî dema Osmaniyan îro jî) sebebên nemiletbûna Kurdan sê xalên sereke ne:
a. Sebebê hemû xirabiyan çênebûna hikûmetekê, hebûna hizra eşîrtiyê (feodalîzm), îxtîlaf, negihîştina asta şaristaniyê û domandina jiyana wehşiyane (neşaristanîbûn) e. Seîdê Kurdî vê rewşê di rojnameya “Şûray-ı Ummet” (1908) de bi vî awayî tîne zimên: “Û hem xirabiyên ku netîceyên zerûrî yên bêhikûmetî û eşîrî û îxtîlaf û wehşetê ne.[2]
   Li gorî hizra me sebebên sereke yên van xirabiyên wekî çênebûna hizra miletbûnê, hebûna hizra feodaliyê, îxtîlaf û bêhikûmetiyê ev in:
   • Dûrbûna welatê Kurdan ji navendên medeniyetê (wekî dûrbûna ji Ewrûpayê) û deryayê.
   • Astengbûna cîranên Kurdan da ku Kurd ji teorî û pratîkên şaristaniya modern ya sedsala XXem îstîfade nekin.
   •Di vî warî de neşiyarbûna nûnerên (alimên) dînê îslamê.
   • Hebûna axayên feodal.
b. Sebebê duyemîn, polîtîkayên Dewleta Osmanî yên li hemberî Kurdan e ku bi awayekî totalîter û zilimkarane ew îdare dikirin, girîngiya pêwîst nedida wan û dixwest ku her dem şer, berberî û gengeşiyên di nav wan de berdewam bikin. Seîdê Kurdî derheqê vê yekê de di meqaleyeke xwe de ku di sala 1908an de di rojnameya “Kurd Teavun ve Tereqqî”yê de weşiyaye, wiha dibêje:
   “Dema ku me bi hev re berberî dikir, em dibûne musteheqê terbiyeyekê. Lê hikûmetê ji dêlva terbiye û perwerdeyeke lihevhatinê, dixwest cudatî û nîfaqê di nav me de zêde bike û wê em layiqî her cure zilim û neheqiyê didîtin û wan bêînsafî dikir.”[3]
   Heger meriv, bi lêkolînerî, li qonaxên têkiliya Kurdan bi Selçûkî, Akkoyunî û Osmaniyan re binêre, ev yek dê bê dîtin. Lê ji ber ku ev çende ji mijara me der e, em li vir li ser nasekinin.
c. Ev rewşên neyînî, yanî rewşa Kurd û Osmaniyan û di şertên wek hev de nedîtina alternatîfeke çareseriyê û têkçûna hizra “Yekîtiya Îslamê” bûn sebeb ku dewletên rojava ji vê paşdemayîn û belavbûnê îstîfade bikin û destên xwe bixin nav karûbarên miletên misilman û wan ji hev re bixin dijmin û dijberiyê di nav wan de zêde bikin. Dema em dinêrin em dibînin ku bi rastî jî Rojava hem ji aliyê tesîra hizrî ve û hem ji aliyê mudaxeleya leşkerî ve, ev sedsal e bandoreke neyînî li miletên misilman dike û her miletek bûye dijberê miletên din.
   Rojava bi awayekî giştî û Îngilîzan bi awayekî taybet, tu carî Kurd nêzî xwe nedîtine û her dem xwestine ku heyfa 92 herbên ku Selahedînê Eyûbî bi kralên Îngilîz, Frensî û Elman re kirine bistînin. Serokwezîrê Îngilistanê Winston Churchill (1874-1965) ev yek kire pratîkê û piştî belavbûna Dewleta Osmanî, welatê Kurdan kirin çar parçe. Lewra wan biryar dabû ku pêwîst e Kurd tu carî nebin yek û bihêz nebin.
   Ji bo ku miletên misilman ji hev cuda nebin û nebin dijberê hev, Seîdê Kurdî projeya “Yekîtiya Komarên Îslamî” pêşkêşî hikûmeta Osmanî û îdareya Sultan Ebdulhemîdê IIem kiriye. Lê wan guhê xwe nedane wî û hetta ji ber van daxuyaniyên wî, ew xistine zîndan û timarxaneyê.
   Seîdê Kurdî bi dûrbîniya xwe, her wekî ev rojên tund ku em tê de dijîn dîtibe, di meqaleyeke xwe ya ku di rojnameya “Şark ve Kurdistan”ê de weşiyaye, weha dibêje:
   “...Nexwendina zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê zikmakî/ Kurdî, dibe sebebê mehrûmiyeta wan ji zanînê. Ev jî digel xwe wehşet (neşaristanî), kêşmekêşî (berberiyê) û şemateya rojavayê dawet dike.”[4]
   Lêbelê di meseleya “miletbûn” an jî “nemiletbûn”ê de yê esas sûcdar, tevî hemû tebeqe û sinifên xwe, gelê Kurd bi xwe ye. Herwekî ku di gotina pêşiyan a bi şiklê “Eqlê Kurd dereng tê serê wî.” de jî hatiye îfadekirin, di meseleya “miletbûn”ê de diyar e ku eqlê Kurd, piştî belavbûna Dewleta Osmanî bi sedsalî nû hatiye serê wî. Seîdê Kurdî di hemû kitêb, nutuq û meqaleyên xwe de, sed sal berî niha, Kurd dawetî şiyarbûnê dikir; şiyarbûna ji xewa pênc sed saliyê ku niha bûye şeş sed sal. Seîdê Kurdî digot ku heger hûn niha şiyar nebin, di paşerojê de bûyerên ku dê bên serê we, dê bibin sebebê şiyarbûna we û hûn ê bivênevê şiyar bibin.
   Bi rastî jî vê sedsala dawiyê (sedsala XXem) ew gotin, gazî û xîtabên Seîdê Kurdî rast derxistin û ev sedsal ji bo gelê Kurd bû sedsala înkar, asîmîlasyon, tevkujî, koçberî, ji însaniyetê derxistin û trajediyan. Seîdê Kurdî, her bûyereke ku hatiye serê Kurdan wekî sîleyeke ku eqlê wan bê serê wan dihesibîne.Di dîroka Kurdan a nêzîk de, li ser axa her çar dewletên ku welatê Kurdan di nav wan de hatiye parvekirin, ji bo ku Kurd nasnameya xwe bi dest bixin, bi dehsalan têkoşîn kirine, di encamê de bi sedan komkujî hatine serê wan, di van komkujiyan de nêzî milyonek Kurd can û malê xwe winda kirine. Her yek ji van bela û musîbetan, adeta wekî sîleyeke manewî li rûyê Kurdan ketiye. Ev tecrûbeyên trajîk û tehl, hinekî bûn sebebê destpêka prosesa miletbûna Kurdan û ev bûn sebebê rastderketina gotinên Seîdê Kurdî.
   Seîdê Kurdî li ser şiyarbûna Kurdan gelekî zêde disekine. Li gorî wî eger Kurd şiyar nebin, dê ji vê yekê gelekî zererê bibînin; lê eger şiyar bibin, dê sûdeke zêde werbigirin û pêş de biçin. Ew vê yekê dixe bîra wan û bi vî awayî rê nîşanî wan dide. Seîdê Kurdî vê yekê di gotina xwe ya “Dawî” de ku di kitêba xwe ya bi navê “Dîwana Herba Urfî” de nivîsiye, wiha tîne ziman:
   “Gelî kurdeşêrên ku di serdema cîhangîriya Asûrî û Keyaniyan de leşkerên wan pêşdar û cengawer bûn! Ev xewa we ya pênc sed[5] salî bes e. Êdî şiyar bibin, sibe ye! Eger na, dê wehşet[6] û xeflet di çola hovîtî û wehşetê de, we talan bike.[7]
   Bi rastî ev bang ji bo hemû pêkhateyên Kurdan ên wekî âlim, şêx, beg, karker û yên dî re hatiye kirin. Ev bang şiyarbûnê wekî tiştekî mecbûrî dide xuyakirin, eger ne dê bibe sebebê jiholêrabûn û talanbûna Kurdan.
   Bêguman ev şiyarbûna ku tê xwestin jî bi çêbûna hizra miletbûnê û bi damezirandina saziyên miletbûnê pêk tê. Eger ne wisa be, armanca Seîdê Kurdî ji “şiyarbûn”ê çi ye? Yan gelo em ji vê “şiyarbûn”ê çi fêm bikin, em çawa tê bigihîjin? Bersiva âlim û şêxên dînê îslamê ji van pirsan re gelo dê çi be? Yan gelo ne caiz e ku em van pirsan bikin û em bersiva wan hîn bibin? Eger kirina van pirsan ne caiz be, gelo ji ber çi kesayetekî girîng wekî Seîdê Kurdî van pirsan dike û li bersivên wan digere.
   Seîdê Kurdî ewqasî girîngiyê dide vê mijarê ku di meqaleya xwe ya navborî de, “hizra milliyetê” û şiyarbûnê bi uslûbeke fermanî, bi awayekî teqez li ser Kurdan ferz dike û wiha dibêje:
   “Hem jî ya ku jê re “milliyet” tê gotin,wekî malbateke ku ji newalên pêşerojê û çolên îro û çiyayên paşerojê digel ferîşteh û lehengên xwe yên Kurd ên mîna Ristemê Zal û Selahedînê Eyûbî li binê konekî rûniştî, fikra we ya milliyetê ya ku her kesî bi şeref û heysiyeta kesên dî şerefdar dike û nimûneya hisên payebilind e, bi emrê qet”î ferman li we dike da ku her yek ji we bibe awêneya jiyana hemû miletê. Ne wekî vêga bi qasî mirovekî, hûn ê bi qasî milletekî mezin bibin. Lewra bi mezinbûna armancê re hîmmet û xîret jî mezin dibe.[8]
   Seîdê Kurdî, li vê derê îşaretê bi bal qezencên “miletbûn”ê ve jî dike û dibêje ku heger hûn bibin xwediyê hizrên neteweyî, dê her yek ji we bibe wekî miletekî, yanî hûn dê bi qasî miletekî giranbiha bibin û bibin xwediyê armanc û îdealan. Bi gotineke din, her ferdek ji we, dê bibe beramberî sed kesî, hezar kesî û milyon kesî.
Dr. Reşad ADAK
    07.05.2026
 
[1] Said-i Nûrsî, h.b. r. 30.

[2] Said-i Nûrsî, h.b. r. 506.

[3] Said-i Nûrsî, h.b. r. 510.

[4] Said-i Nûrsî, h.b. r. 507.

[5] Ji ber ku Seîdê Kurdî ev banga xwe di 1911an de li Kurdan kiriye û di ser vê bangê re jî sed sal derbas bûye, temenê vê razanê niha bûye şeş sed sal.

[6] Dûrketina ji şaristaniyê

[7] Seîdê Nûrsî, Dersên Civakî, r. 176.

[8] Seîdê Nûrsî, h.b., h.b. 177.
 
Paylaş:

Yorum Yap

💬 Yorumlar
Henüz hiç yorum eklenmedi. İlk yorumu siz yapın!

Bu içerik faydalı oldu mu?