“Seydayê Mezin Melayê Kurdan”
Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman
Prof. Dr. Abdurrahman ADAK
Helbesta Kurdî ya klasîk a ku bi piranî bi destê alim û sûfiyan ava bûye û li medrese û tekyayan şax vedaye, bi awayekî siruştî di nav çanda dînî de pêş ketiye û karakterekî dînî wergirtiye. Di vê çarçoveyê da, yek ji temayên girîng a cîhana zihnî û manewî ya helbestvanê klasîk, kesayetên dînî yên xuyanî ne ku bûne malê dîroka Îslamê. Pêxemberê Îslamê hezretê Muhemmed, kurmamê wî Îmam Elî, neviyê wî hezretê Huseyn, sûfiyên navdar Şêx Evdilqadirê Geylanî û Şahê Neqşebend tenê çend kesayetên serekî ne ku di qonaxên cuda ên dîroka edebiyata Kurdî de bûne mijarên helbest û menzûmeyên Kurdî. Bi taybetî ji nîveka duyem a sedsala XIXem şûnda bi belavbûna terîqeta Neqşebendîtiya Xalidî re di nav civaka Kurdî de gelek pîr û şêxên vê terîqetê yên wek Şêx Osman Siraceddînê Tewîleyî (w. 1867), Seyîd Sibxetullahê Arwasî (w. 1870), Şêx Ebdurehmanê Taxî (w. 1887), Şêx Ebdurehmanê Aqtepî (w. 1907), Şêx Huseynê Basretî (w. 1915), Şêx Diyaeddînê Norşînî (w.1925), Şêx M. Nûriyê Dêrşewî (w. 1924), Şêx Husameddînê Tewîleyî (1939), Şêx Ehmedê Xeznewî (k.d. 1950) û Şêx Seydayê Cizîrî (w. 1968) li vê lîsteyê zêde bûne û derheqê wan de gelek medhiye û mersiye hatine nivîsîn.
Bizava Nivîsîna Helbestan li Ser Bedîuzzemanî
Di sedsala XXem de kesayetekî ku di vê biwarê de balê dikêşe ser xwe Bedîuzzeman Se’îdê Nûrsî ye (12 Adar 1878, Nûrs - 23 Adar 1960, Riha) ku divê bi taybetî li ser wî bê rawestan. Bedîuzzeman, ne wek kesayetekî sûfî yan jî pîrekî terîqetekê yê tradîsyonel; wek zana, rêber û çaksazekî dînî yê giştî di nav kesayetên dînî yên civaka kurdî de cihekî xwe yê cuda heye. Wî bi taybetmendiyên xwe yên xweser û derasayî tesîreke mezin li pey xwe hiştiye û hin ji peyrew û hesjêkerên wî yên helbestvan jî hest û sozên xwe yên li hemberî wî bi rêya nezm û helbestê îfade kirine.Cara pêşî vê mijarê bala Mela Zeynel’abidîn Amidî (w. 2020) kêşaye û wî di berhevoka xwe ya bi navê
Medhiyye û Mersiyye Der Heqê Seydâyê Bedî’uzzemân de helbestên 17 helbestvanên Kurd ên bi Kurdî digel hin helbestên bi Erebî û Tirkî yên çend helbestvanên cuda ku tev li ser Bedîuzzemanî hatine nivîsîn, kom kirine û bi zimanên kurdî, erebî û tirkî sê helbestên xwe jî di nav wan da bi cih kirine.
[1] Vê kêliyê, bi giştî, helbestvanên ku bi zimanê Kurdî helbestên wan ên li ser Bedîuzzemanî hatine tesbîtkirin 25 kes in. Li jêrê navên van helbestvanan hatine rêzkirin û li hemberî navan deverên ku lê jiyana xwe derbas kirine hatine dayîn:
- Şêx Tahirê Şoşî (w. 1962)-Akrê
- Seyîd Eliyê Findikî (w. 1967)-Cizîr
- Mela Eliyê Zîlan (w. 1995)-Farqîn-Diyarbekir
- Mela Ebdussemedê Comanî (w. 1998~)-Misircê-Diyarbekir
- Miftî Mela Ebdulquddûs (w. 2000~)-Farqîn-Erxenî
- Şêx Heybetê Hênî (w. 2002) -Hênê
- Mela Ebdulhadiyê Comanî (w. 2004)-Misircê-Diyarbekir
- Mela Zahidê Melazgirdî (w. 2008)- Melazgird-Beyrût
- Mela Izzet Cixsî (w. 2018)-Qulp-Diyarbekir
- Mela Zeynelabidîn Amidî (w. 2020)-Diyarbekir
- Mela Mihemed Elî Hûnî-Palu
- Mela Zahid Zeherî -Qulp-Diyarbekir
- Mela Salihê Dihî-Eruh-Wan
- Mela Îmadeddîn Reşpojan-Hîzan
- Mela Ehmedê Mêrge‘emî -Sêrt
- Mela Şirînê Fetlê-Bismil
- Mela Selîmê Licî-Licê-Diyarbekir
- Mela Ebdullahê Babnêrî- Kercews
- Seyîd M. Hesîb Haşimî -Cizîr
- Mela Elaedînê Kop- Kop
- Abdulkadir Bîngol-Cizîr
- Tehsîn Îbrahîm Doskî-Dihok
- Mela Muhemmed Gulnar-Miks
- Mela Bedredînê Mûşî-Mûş
- Helbestvanekî navê wî ne diyar-?
Ji van helbestvanan Mela Zahid Zehrî, Mela Izzet Cixsî û Mela Ebdussemedê Comanî sê helbest, Mela Zahidê Melazgirdî, Mela Eliyê Zîlan û Mela Muhemmed Gulnar (Mîrê Zirav) du helbest û her yek ji yên dî helbestek nivîsîne. Herweha Mela Izzet Cixsî helbesta xwe ya li ser biyografiya Bedîuzzemanî wek berhemeke menzûm çap jî kiriye (
Bedîê Esrê-Jinameya Bediüzzeman, Nûbihar, 2016). Hêjayî gotinê ye ku helbesta Mela Mihemed Elî Hûnî bi Kurdiya Zazakî, yên dî tev bi Kurdiya Kurmancî ne.
Ji aliyê seyra dîrokî ve ji van helbestvanan ên ku cara pêşî dest avêtine vî karî Şêx Tahirê Şoşî û Seyîd Eliyê Findikî ne. Şoşî, di 1956ê de berî wefata Bedîuzzemanî bi çar salan, Findikî jî di 1960î de anku di sala wefata Bedîuzzemanî de helbestên xwe nivîsîne. Li vê derê xaleke girîng ew e ku helbesta Şêx Tahirê Şoşî ne tê de yên dî tev piştî wefata Bedîuzzemanî hatine nivîsîn. Herçiqas kesên wek Mela Mihemed Elî Hûnî di sala 1969 û Mela Zahidê Melazgirdî di sala 1980yî da helbestên xwe nivîsîbin jî wisa dixuye ku helbestnivîsîna li ser Bedîuzzemanî esasen piştî salên heştêyî wek bizaveke edebî belav bûye û dikare bê gotin ku ev bizav di roja me de jî zindî ye. Ji ber vê yekê ye ku ji helbestvanên jorîn neh heban wefat kirine, lêbelê yên dî hêj li ber qeydê heyatê ne. Herweha ev bizava edebî çawa ku di maweyeke diyar de derketiye meydanê, di vê maweya diyar de li coxrafyayeyeke berfireh û li deverên cihê (Akrê,Dihok, Cizîr, Eruh, Sêrt, Hîzan, Mûş, Misircê, Diyarbekir, Farqîn, Qulp, Licê, Hênê, Bismil, Erxenî, Melazgird, Kop, Palu, Kercews) belav jî bûye ku ev yek karakterîstîka serekî ya bizaveke edebî ye.
Paşxana Sosyolojîk
Ji ber ku helbestvan kesayetekî civakî ye bivênevê rewşên civakî yên ku tesîrê li helbestvanî dikin rengê xwe didin hunera helbestvanî jî. Bi taybetî eger bizaveke edebî ava bûbe ne pêkan e ku ew ji rewş û dînamîkên civakî cuda bê hizirkirin. Lewma jî eger bizava navborî ya dîroka edebiyata kurdî (bizava nivîsîna helbestan li ser Bedîuzzemanî) bi perspektîfa sosyolojîya edebîyatê bê nirxandin sedemên avabûna wê dê baştir bên fêmkirin. Berî her tiştî di serdema Bedîuzzemanî de, Şêx Tahirê Şoşî ne tê da, helbest nehatine nivîsîn û ji salên şêstî heta bi salên heştêyî, anku ji nivîsîna helbesta Findikî heta bi destpêka geşedana bizava mewzûbehs, kêm helbest hatine nivîsîn. Wisa dixuye ku ji serdema Bedîuzzemanî heta bi salên heştêyî dînamîkên civaka Kurdî rê nedane ku Bedîuzzeman di nav helbesta kurdî ya klasîk da zêde xuya bibe. Di van serdeman da helbestvanên ku di medreseyên Kurdan da bi Kurdî perwerde dîtine û jîyana xwe di nav civaka Kurdî da borandine bi sedem ku ne waqifê zimanê tirkî anku zimanê Rîsaleyên Nûrê bûn û di navbera wan û berhemên tirkî da mesafeyek hebû, hizrên Bedîuzzemanî tam nas nekirine. Lêbelê ji salên heştêyî şûnda û bi taybetî di salên notî de piştî ku hin rewşenbîrên Kurd hizrên Bedîuzzemanî belav kirin û berhemên wî tercumeyî Kurdî kirin, Bedîuzzeman li nav melayên Kurdan zêdetir hat naskirin û vê yekê bi şêweya derketina bizaveke edebî rengê xwe da edebîyata Kurdî ya klasîk jî.
Alîyekî balkêş ê vê babetê ew e ku berevajiyê kesayetên tesewufî yên ku di sedsalên XIXem û XXem de bûne mijarên medhiye û mersiyeyan, di navbera Bedîuzzemanî û xwediyê helbestan de bi tu awayî danûstandineke şênber a wek seydatî-feqîtiyê yan jî dostanî-hevrêtîyê çênebûye. Van melayan bi îhtîmaleke gelekî mezin Bedîuzzeman qet nedîtine û eger em awarteyên wek Mela Zahidê Melazgirdî hesab nekin, muhtemelen berhemên wî jî zêde nexwendine. Digel vê jî ji Bedîuzzeman pir hes kirine û rêz û heskirana xwe bi rêya helbestê îfade kirine. Bêguman ev tiştekî nadîr e ku di encama rewşa sosyopolîtîk a serdemê da derketîye meydanê. Helbestvanên ku li ser Bedîuzzeman helbest nivîsîne û di heman demê da endamên pîşeya melatî/muderristîyê ne, di serdema Komarê de di nav şertên pir dijwar ên siyasî û civakî de jiyana xwe borandine û di vê serdemê de bêxwedî, bêserî û bêtifaq mane. Lewma jî wan penaha xwe birine ser Bedîuzzemanê ku pirsgirêkên wan teorîze kirine (wek projeya Medrestu’z-Zehrayê) û bêyî ku ew dîtibin, ew ji bo xwe wek ustad qebûl kirine.
Bêguman di vê yekê de rola hevpariya çavkaniyên zanistî (medrese) û îrfanî (tekya) yên Bedîuzzeman û melayan/helbestvanan gelekî zêde ye. Bi rastî jî li cem melayan Bedîuzzeman hempîşeyekî wan bû; Çawa be medreseyên ku wan û Bedîuzzeman tê de xwendibûn aîdê heman tradîsyonê bûn. Bi heman şeklî li cem sûfiyên Neqşebendî jî Bedîuzzeman çavkanîya hizr û baweriya wan bû; Çawa be malbata Bedîuzzeman muntesibê vê terîqetê bû, Wî bixwe rêzeke mezin ji şêxên vê terîqetê re girtibû û jêdereke hizrî û manewî ya Bedîuzzeman jî tesewif bû. Bi kurtî di çavên van helbestvanan de Bedîuzzeman ne kesayetekî xerîb bû, ew ji nav mala wan bû û ji wê jî wêdetir ew mezinê wê malê bû. Ji ber vê jî wan Bedîuzzeman di helbestên xwe de wek “Melayê Meşhûr”, “Seîdê Meşhûr” û “Seydayê Mezin” bi nav kirine û meqamê wî şênber kirine. Esasen paşxana vê helwestê kevin bû. Lewra pêşîyên van melayan hêj di serdema ciwanîya Bedîuzzemanî da payeya herî mezin dabûnê û ew wek “Bedîuzzeman” bi nav kiribûn. Di vê mijarê de faktoreke dî jî milliyeta wan a hevpar e. Lewra Bedîuzzeman jî û ehlê medrese û tekyayan jî hemwelatî bûn, bi yek zimanî diaxifîn û heman hestên millî parve dikirin. Îfadeyên wek “Melayê Kurdan”, “Gula Kurdan” û “Ustadê Kurdan” ku ji aliyê hin helbestvanan ve hatine bikaranîn vê yekê diselmînin. Wek encam, di nav paşxaneke sosyolojîk ya bi vî rengî da helbestvanan berê xwe dane Bedîuzzemanî û vê yekê bizaveke bi vî rengî ya edebî derxistîye meydanê.
Şoşî, Findikî û Melazgirdî
Bêguman her helbestvanekî ku endamê vê bizavê ye hêjayî vekolînê ye. Lêbelê em ê li vê derê ji ber girîngîya wan li ser sê heban ji wan rawestin ku ew jî Şêx Tahirê Şoşî, Seyîd Eliyê Findikî û Mela Zahidê Melazgirdî ne. Helbestvanê ku cara yekem di berhemeke xwe de li ser Bedîuzzemanî helbest nivîsîye bi awayekî balkêş şêxekî Başûrî ye (Şêx Tahirê Şoşî). Vê kêliyê tekane helbestvanê ku di esnayê jîndariya Bedîuzzemanî de behsa wî kiriye dîsa ew e. Misraya wî ya bi şêweya “Çil salî me ew pitir ji heştê” vê yekê destnîşan dike. Şoşî, dema di sala 1928/1929ê de di esnayê feqîtiyê de berhemên Bedîuzzemanî xwendine, hinde ketiye bin tesîra uslûba wî, ew xiyaben bo xwe wek seyda qebûl kiriye û xwe jî yek ji telebeyên wî hesab kiriye. Şoşiyê ku di hunera xettatiyê de destekî wî yê bala hebûye, paşê hemû berhemên Bedîuzzemanî bi destê xwe îstînsax kirine. Lê xala herî girîng ew e ku dema di sala 1956ê de dest bi nivîsîna berhema xwe ya bi navê
Gulzarê kiriye ku vê kêliyê mesnewiya herî mezin a edebiyata Kurdî ye, ev berhema xwe îthafî “telebeyên nûrê” (xwînerên berhemên Bedîuzzemanî û şopgerên hizrên wî) kiriye û di heşt beytên muqeddîmeya vê berhemê de li ser pesnê Bedîuzzemanî medhiyeyek nivîsiye. Hêjayî gotinê ye ku îfadeya “Seydayê Mezin Melayê Kurdan” ku di sernavê vê nivîsarê de hatiye bikaranîn ji vê medhiyeya Şoşî hatiye wergirtin. Şoşî piştî wefata Bedîuzzemanî bi salekê (1961) di 45 saliya xwe de di temenekî ciwan de wefat kiriye.
[2]
Ji ber ku Şoşî ji Kurdên başûr e ev helbesta wî li nav Kurdên bakur zêde belav nebûye. Helbestvanê ku cara yekem li Bakur li ser Bedîuzzemanî helbest nivîsiye û herî zêde hatiye naskirin Seyîd Eliyê Findikî ye. Findikiyê ku xelîfeyekî Şêx Seydayê Cizîrî ye, Bedîuzzeman nedîtiye, lê ev heye ku bi awayekî giştî Bedîuzzeman li dewrûbera wî anku li tekyaya Şêx Seydayê Cizîrî dihat naskirin û şopandin. Bo nimûne du xelîfeyên Şêx Seydayî (Şêx M. Emîn Er û Şêx Mûsayê Gundikî) Bedîuzzeman ziyaret kirine û silavên Bedîuzzeman û Şêx Seydayî gihandine hev. Dîsa dema Bedîuzzeman di dawiya temenê xwe de hatiye Urfayê, Şêx Seyda xwestiye biçe serdana wî, lêbelê ji ber ku xebera wefata wî wergirtiye, xiyaben nimêja wî ya cenazeyê kiriye. Bi awayekî balkêş di heman demê da Mela Hemîdê ku xelîfeyekî Şêx Seyda bû li Urfayê termê Bedîuzzemanî şuştiye. Dîsa Şêx M. Nûrulahê kurê Şêx Seydayî xwînerekî berhemên Bedîuzzemanî bûye û xwendina berhemên wî tewsiyeyî mirîdên xwe kiriye. Findikî di nav atmosfereke bi vî rengî de Bedîuzzeman şopandiye û dema wefat kiriye mersiyeya xwe ya navdar nivîsiye. Findikî bi vê mersiyeya xwe tesîr li civakê tenê nekiriye, wî di heman demê de tesîr li helbestvanên piştî xwe jî kiriye û bi bawerîya me bingeha vê bizava edebî esas wî avêtiye.
Heçî Melazgirdî ye, ew alimekî medreseyê ye, lêbelê wek Şoşî û Findikî ne kesayetekî sûfî ye. Taybetmendîyeke wî ew e ku wî bi awayekî aktîf di nav tevgera şopgerên Bedîuzzemanî da anku di nav tevgera “Telebeyên Nûrê” da cih girtîye, ji bo komkirina berhemên Bedîuzzemanî yên serdema “Seîdê Berê” xebitîye, ji ber şertên dijwar ên Tirkîyeyê koçî Lubnanê kirîye û li wê derê hemû berhemên Bedîuzzemanî tercumeyî Erebî û Kurdî kirine.
[3] Melazgirdî jî li ser vê paşxanê medhîyeyên xwe yên li Bedîuzzemanî nivîsîye.
Paşxana van her sê helbestvanan bi taybetî û hebûna bizava edebî bi giştî nîşan didin ku tesîreke mezin a Bedîuzzemanî li ser mela û sûfîyên civaka Kurdî çêbûye. Naveroka helbestan nîşan dide ku helbestvanan Bedîuzzeman wek rêberekî dînî û civakî qebûl kirine. Aşkera ye ku eger wergêrana berhemên Bedîuzzemanî bo kurdî bê temamkirin û herweha ev berhem bi tîpên kurdî-erebî jî bên çapkirin asta nasyariya Bedîuzzemanî dê hêj bilindtir bibe û ev bizav jî hevterîbê paşeroja helbesta kurdî ya klasîk dê temendirêjtir be yan jî ber bi şêweyeke cuda a hunerî ve bimeşe.
Aliyê Poetîk ê Helbestan
Helbestên mewzûbehs ên ku ji aliyê mela û şêxan ve li ser Bedîuzzemanî hatine nivîsîn, awarte ne tê da, bi şekl, aheng, cure, belaxet û uslûba xwe ve dikevin nav sîstema helbesta klasîk. Vekolîna li ser van xalan mijareke berfireh e ku derî sînorên vê nivîsarê ye. Di vê babetê de em tenê dixwazin bibêjin ku ev helbest ji aliyê naveroka xwe ve bi piranî medhiye û mersiye ne. Lêbelê ev medhiye û mersiye bi şêwaza xwe ji medhiye û mersiyeyên klasîk cuda ne. Di wan de ji uslûba helbesta lîrîk zêdetir uslûbeke realîst, civakî û dîdaktîk hatiye şopandin.
Metnên Helbestan
Em ê li vê derê, helbestên Şêx Tahirê Şoşî (w. 1962), Seyîd Eliyê Findikî (w. 1967), Miftî Mela Ebdulquddûs (w. 2000~), Mela Zahidê Melazgirdî (w. 2008), Mela Ebdussemedê Comanî (w. 1998~), Mela 'Ebdulhadîyê Comanî (w. 2004), Mela Mihemed Elî Hûnî, Mela Imadeddîn Reşpojan, Mîrê Zirav, Tehsîn Îbrahîm Doskî û Ebdulqadir Bîngolî yên li ser Bedîuzzemanî biweşînin û weşana helbestên mayî bihêlin bo derfeteke dî.
Prof. Dr. Abdurrahman ADAK
31.07.2026
ÇAVKANÎ
Adak, Abdurrahman,
Gulzara Şêx Tahirê Şoşî: Mesnewiyeke Xweser a Edebiyata Kurdî ya Klasîk û Taybetiyên Wê yên Avahiya Derekî,
e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, sal: 2020, b. 12, hej. 4, r. 1506-1534.
Amidî, Zeynelabidîn,
Medhiyye û Mersiyye Der Heqê Seydâyê Bedî’uzzemân, Diyarbakır Söz Yay., Diyarbakır 2004.
Bingol, Abdulkadir,
Kulîlkên Baxê Botan, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, İst. 2008.
Comanî, Molla Abdulhadi,
Selâsu Manzûmâtin Ma’a Ba’di’l-Kasâid, (Amadekar). Zeynelabidîn Amidî), Diyarbekir 1996, (Pirtûkxaneya Komeleya Lêkolînên Rojhilatnasiyê Koleksiyona Berhemên Destnivîsar, nusxeya fotokopiyê) .
Doskî, Tehsîn Îbrahîm, “Şex Tahire Şoşî û Gulzara Wî”,
Kovara Nûbiharê, sal: 2010, hejmar 112.
Eminoğlu, Nevzat, “Muhammed Zahid Malazgirdî”,
Şark Uleması, b. IV, edt. İbrahim Baz, İlahiyat Yay., Ankara 2023.
Findikî, Seyid ‘Eliyê,
Dîwan, Çapa heştem, Nûbihar, İst. 2017.
Şoşî, Şêx Tahirê,
Gulzar, ber. Hemze Tahir Şoşî, Êkîtîya Nivîserên Kurd, Dihok 2012.
en-Nûrsî, Bedî’uzzeman Se’îd,
‘Esa Mûsa, terc. el-Molla Muhemmed Zahid el-Melazgirdî, Darul’l-Afaq el-Cedîde, Beyrût 1986.
Hunî, Mela Mehmed Elî,
Qesîdeyî, “Qesîdeyê Seîdî Nursî”, r. 21, destnivîs, sal: 1969.
Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar),
Dîwan, Amd. Hanifi Taşkın, Nûbihar 2023 r.
[1] Zeynelabidîn Amidî,
Medhiyye û Mersiyye Der Heqê Seydâyê Bedî’uzzemân, Diyarbakır Söz Yay., Diyarbakır 2004. Têbînî: Helbestên ku bi Erebî û Tirkî li ser Bedîuzzemanî hatine nivîsîn bi yên vê berhevokê ne sînordar in. Bo nimûne tibabek helbestên Tirkî yên telebeyên Bedîuzzemanî hene ku di nav
Rîsaleyên Nûrê da hatine weşandin.
[2] Ji bo zanyariyên berfireh bnr. Tehsîn Îbrahîm Doskî, “Şex Tahire Şoşî û Gulzara Wî”,
Kovara Nûbiharê, sal: 2010, hejmar 112; Abdurrahman Adak,
Gulzara Şêx Tahirê Şoşî: Mesnewiyeke Xweser a Edebiyata Kurdî ya Klasîk û Taybetiyên Wê yên Avahiya Derekî,
e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Yıl 2020, Cilt 12, Sayı 4, 1506-1534.
[3] Nevzat Eminoğlu, “Muhammed Zahid Malazgirdî”,
Şark Uleması, edt. İbrahim Baz, İlahiyat Yay., Ankara 2023, b. IV, r. 263-269.
Yorum Yap