Mehmed Mihrîyê Sineyî (Hîlav)
(1885-19 Nîsana1957)
(Mehmed Mihri Hilav; Xwendekarekî girîngê Seîdê Kevn e kû li Vanê li Medreseya Horhorê ji Bediüzzaman Seîd Nûrsî ders stendiye û di sala 1952an de di Doza Rêberê Ciwanan (Gençlik Rehberi) a Stenbolê de parêzeriya Seîd Nûrsî kiriye. Di berhemên Rîsale-î Nûr ên wekî Emirdağ Lâhikası, Tarihçe-i Hayat û İşârâtü'l-İ'câzê de wekî 'Xwendekarekî girîngê Seîdê Kevn' tê binavkirin. Di derbarê wî de, lêkolîner Said Veroj[1] lêkolîneke bi rêkûpêk û berfireh amade kiriye û ev lêkolîn ji xwendevanên me re pêşkêş kiriye. Keremkin. ) (Edîtor)

Mehmed Mîhrî Hîlav
Destpêk
Xwedîyê îmtîyaz û midurmesûlê kovara Kurdistan Mehmed Mîhrî, ramangêrekî (mûtefekkîrekî) girîng ê milletê kurd e. Dema em li kovarên wekî
Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan û
Hetaw li Hewlêrê
[2] binêrin em dibînin ku gelek nivîsên wî yên ciyawaz di nav rûpelên van kovaran de hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî, di nav rûpelên kovarên navborî de li ser mijarên sîyasî, sosyal, felsefî, edebî, zimanzanî û kulturî gelek meqale nivîsandine. Ji ber vê yekê, ew, bi wesf û nasnavên cûre bi cûre; wek sîyasetmedar, rojnamevan, zimanzan, şaîr, rexnegir, mamoste û hiquqzan tête naskirin. Di dirêjayîya vê nivîsê de, em ê bi kurtayî behsa van hemû xusûsiyetên wî bikin.
1. Warê jidayikbûn, malbat û perwerdeya wî
Mehmed Mîhrî, lawê gewre yê Mele Evdilayê Mele Mehmûdê Deşî ye û li bajarê Sinê û gundê Deşîyê ji dayik bûye. Malbata Mehmed Mîhrî bi eslê xwe xelkê rojhelatê Kurdistanê ye, cîyê daniştina malbatê bi navê Gulamber tête nasîn û cîyekî havîngeh ê herêmê ye.
Mehmed Mîhrî zarokê duyemîn ê Mele Evdila ye. Li gor agadarîya Mûnîre Xanimê, “Mele Evdila sê caran zewicîye, Xatu Ozra û Mîhrî Beg zarokên jina wî ya bi navê Xatu Şapesend in. Xatu Şapesend di ciwanîya emrê xwe de mirîye û Mele Evdila jî cara duyemîn zewicîye. Navê jina wî ya duyemîn Xama Xanim bû û Mele Mehmûd Miftî, Mihemed Reşîd Xalidî, Mihemed Seîd Miftî, Dr. Evdirehman Miftî zarokên vê xanimê bûn. Jina sêyemîn Xatu Xadîje, dibe hewîya Xama Xanimê û ji wê jî bi navê Mihemed Xalid Miftîzade, Mihemed Sidîq Miftîzade û keçek bi navê Bazeqa çêbûne. Bazeqa di piçûkayîya xwe de mirîye.”
[3] Li gor gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav: “Mehmed Mîhrî Beg li Sinê ji dayik bûye (1885), deh (10) xuşk û birayên wî hebûn; dido ji wan keç û yên din jî lawîn bûn.”
[4] Li gor nameya taybet a Mûnîre Xanima qîza Mihemed Sadiq Miftîzade, “Ji ber ku du keçên wan di piçûkayîya xwe de mirine,heşt (8) zarokên Mela Evdilayê Miftî li heyatê man e.”
[5] Lêkolîner Cutyar Tofîq jî secereya malbatê (dara malbatê) digehîne çar bavên pêşîya Mehmed Mîhrî û dibêje: “Navê bavê wî Mele Evdilayê Miftî ye, ew jî kûrê Mele Mehmûd e û Mele Mehmûd jî kurê Mela Mehmed e û ew jî kurê Ehmedê Gewre yê nevîyê Muzeferxanê Ciwanro ye. Dayika wî jî keça Seyîd Şehabeddînê Talsî ye.”
[6]
Secereya malbatê ji alîyê Xatu Ozra ya birazîya Mehmed Mîhrî û qîza Mihemed Sidîqê Miftîzade ve wekî li jêrê hatîye dîyarkirin û min li ser vê secereyê tenê navê zarokên wî zêde kirine.
Mehmed Mîhrî, ji malbatekî pêşhatîyê herêma rojavayê Kurdistanê bû. Li wê herêmê medreseya wan hebû, bavê wî alimekî navdar bû, navê wî Mele Evdila bû û bi navê Melayê Piçûk dihate naskirin. Li gor agadarîya Mûnîre Xanim ku ji devê Xatu Ozra neqil dike û dibêje: “Mîhrî Beg gelek jîr û jêhatî bû, perwerdeyîya xwe di jîyekî ciwan de xelas kir, hes ji sporê dikir û bi taybetî jî di maratona Kawşakê de pirr serkevtî bû. Ew merivekî pirr sosyal (civakî) û heman demî li herêma Senendajê bi çelengîya xwe dihate nasîn.”
[7]

Ew malbat îro jî li rojhelatê Kurdistanê navdar e û bi navê malbata “Miftîzade” têne nasîn. Gelek endamên vê malbatê ji doza rewa ya miletê Kurd re xizmetên pîroz kirine.
Birayê M. Mîhrî Dr. Mihemed Sidîqê Miftîzade jî li rojavayê Kurdistanê di nav xebata rewşenbîrî û sîyasî ya miletê Kurd de xizmet û wezîfeyên girîng pêk anîne.
“Dr. Mihemed Sidîqê Miftîzade; lêkolîner û rojnamenûs, şarezayê ziman û mêjû û edeba kurdî bû, dema ku di sala 27/11/1959ê de li Tehranê rojnameya
Kurdistanê hate belavkirin, M. Sidîqê Miftîzade bûye rêvebir û sernûserê vê rojnameyê. Ev rojname hetanî 05.07.1962 hatîye belavkirin. Herweha serdemêk li Zankoya Tehran mamosteyîya ziman û edeba kurdî kirîye.
M. Sidîqê Miftîzade,di gotareke xwe de basê peywendîya xwe û birayê xwe Mehmed Mîhrî kirîye û weha nivisandîye: Di dema destpêkirina Şerê Cîhanî yê Duyem de ku sîyaseta fermanrrewayî ya Turkiyê guherî, name nivîsîna Kurdên wê derê ji bo welatên derve azad bû, Kekê min Mehmed Mîhrî Beg, ji bo min yekem car name bi kurdî nivisî û di nameya xwe de digote, rewşa min pirr mûsaîd nebû ku di her hal û mercî de ji ziman û edeba kurdî re xizmet bikim.”
[8]
M. Mîhrî li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike. Jîrî û jêhatîya wî di dema şagirtîya wî de dîyar dibe. Ji ber ku ew xwendevanekî jîr û serkevtî bû, mamosteyên wî pir jê hes dikirin. Piştî temamkirina xwendina seretayî, “berê xwe dide bajarê Sinê û li ber destê hinek alimên navdar ên wê herêmê jî ders digre. Jê şûnde diçe şaroçkeya Bêzarê, ji wir jî derbasê bajarê Serdeştê dibe û li nik Mela Qadir xwendina xwe dewam dike. Piştî wê jî berê xwe dide Hewlêra başûrê Kurdistanê û li nik Mela Ebubekir sala 1904ê îcazeta melatîyê werdigire û vedigere gundê Dişeyê.”
[9] Li vê derê demek di medresê de dersa xwendin, xîtabet û felsefê dide. Û paşê ji ber hinek nakokîyên malbatî; ji ber ku bavê wî cara duwemîn zewicîye û damêrî anîye nav malê, kurê mezin Mihemed Mîhrî aciz dibe û di 17 salîya xwe de terka cî û warê bav û kalan dike.”
[10]
2. Rêwîtîya ji Sinê ber bi bakurê Kurdistanê û Îstenbulê ve, xebata wî ya rêxistinî û rewşenbîrî
Piştî ku Mehmed Mîhrî terka bajarê Sinê dike, berê xwe dide bakurê Kurdistanê û tê herêma Serhedê. Li Wanê di medreseya Xorxorê de xwendina xwe dom dike. “Demek li bajarê Qersê dimîne û paşê diçe Erzerumê. Ji wir ve jî, di destpêka sala 1911an de bi riya Trabzonê re derbasê Îstenbulê dibe.”
[11] Li gor gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav, ew di bîst salîya xwe de hînê zimanê turkî dibe.
“Li Îstenbulê di Medreseya Fatîhê de ji nav 150 xwendevanan bi pileya yekemînî xwendina xwe temam dike û bi alîkariya mamosteyê xwe Husên Hûsnî Efendî yê ku wê paşê bibe xezûrê wî, di heman medresê de dibe dersîam.”
[12] Di huwîyetnameya sicîla wî de ku nimuroyê wê 523 ye, weha hatîye lêkirin: “Ji dersîamê camîya Fatîhê A. Ramîz, îcazetname wergirtîye, medreseya Suleymanîye û Fakulteya Hiquqê xilas kirîye.”
[13] Piştî ku îcazetnameya dersîamîyê werdigre, Di Teşrîna Sanî ya sala 1912an de, bi 400 quriş meaşê dest bi dersîamîyê dike. Lamîa Hîlav jî dibêje “Bavê min di Medreseya Fatîhê de ji Sehanê Sehan îcazeya dersdana arebî, farisî, Kavaîd (gramer) û Felsefeya Dînî wergirtîye.”
[14]
Piştî wergirtina îcazetnameya dersîamî û destpêkirina karê memurîyetîyê, ji Teşrîna Sanî ya sala 1912an bigire hetanî meha Temmûza 1922an di saziyên ciyawaz de karê dersîamîyê kirîye. Mihemed Mîhrî, salên 1916ê di Sultanîyeya Kadîkoyê de mamosteyîya dersên arebî û farisî kirîye û li gor agadarîya keça wî ya piçûk Leyla Hîlav jî di Lîseya Heyderpaşa de mamosteyîya edebîyatê kirîye
[15] û her weha di vê pêvajoyê de jî bi teşwîq û alîkarîya Babanzade Îsmaîl Heqî dest bi xwendina Darûlfûnunê dike û Koleja Hiquqê di salên Şerê Yekemîn de xelas dike.Li ser rûpelê pêşîn ê wereqeya huwyeta wî ya ku ji alîyê Fakulteya Hiquqê ve hatîye dayin, nimuroyê “1928” hatîye lêkirin. Piştî ku xwendina xwe xelas dike, sala 1921ê bi sicîl nimuroyê 1038 qeyda xwe li Baroya Îstenbulê çêdike. Ji alîkî ve karê dersîamîyê û ji aliyê din ve jî parêzerîyê dike. Ji cuzdana wî ya sicîlê xuya dibe ku sala 1934ê karê wî yê memurtîyê bidawî dibe. Karê parêzerîyê hetanî dawîya jîyana xwe domandîye. Ofîsa wî, li hemberê postexaneya Sîrkecî ya Îstenbulê, di Xana Erzerumê de bû.
Dema ku ew dest bi karê parêzerîyê dike, xwedîyê kovara
Kurdistanê ye. Di kovara
Kurdistanê de, bi sernivîsa “Her nev’i dava kabul olunur” (Her cûre deawa tête qebûlkirin) agahîyek hatîye belavkirin û têde weha dibêje: “Derçûyîyê Fakulta Huqûqê û muderîsê darûlfunûnê Mehmed Mîhrî Efendî yê xwedîyê îmtîyaz ê mecmua me, dest bi meslekê wekaletîyê kirîye. Ew, ji bo ku bi awayekî rastîn huqûqa we hemşehrîyên me yên muhterem, nas, dost û xwendevanên hêja biparêze û pêk bîne, daxwaz û mexsedên nava Îstenbul û deawên temyîz yên dervayê wê, bêkêmanî taqîb û bi dest bixe, em bi îftixar wî tewsîye û îlan dikin. Hemû kesên li Îstenbulê dikarin ji bo wekîltîya wî murecatê adresa jêrîn bikin. Li Cexaloxluya Îstenbulê, di zikaka mektebê de li Îdarexaneya Kurdistanê.”
[16]
Mehmed Mîhrî, li Îstenbulê gelek Kurdên ronakbîr û xwendekarên ciwan nas dike; yek ji wan şexsîyetan jî Babanzade Îsmaîl Heqî ye, ku wê demê Wezîrê Perwerdeyî bû. Herweha bi şexsîyet û rêxistinên kurdî yên wê demê re têkilîyên germ pêktîne û peyderpey jî ew têkilî geş dibin. Ew bi zanîna xwe ya berfireh, di nav xebata ronakbîrî, sîyasî û rêxistinî ya miletê Kurd de cîyê xwe digre û dibe yek ji şexsîyetên navdar ê miletê Kurd.
Mehmede Mîhrî di sala 1920ê de, bi Şazîye Xanima qîza mamosteyê xwe Hûsên Hûsnî yê Daxistanî re dizewice. Qîza wî Lamîa Hîlav dibêje: “Dema ku bavê min û dayika min ra zewicîye; dayika min 16 salî û bavê min jî 33 salî bûn.”
[17] “Şazîye Xanim (1903-1990), wê demê Mektebê Îdadî xelas kirîye, bi mûzîkê re eleqeder e, li ûdê dide û resîman çêdike.”
[18]

Mehmed Mîhrî û Şazîye Xanim
Ji ber ku ew xwende vanekî serkevtî bû û mamosteyê wî pir jê hes dikir, lewma qîza xwe Şazîye xanim jî di panzdeh salîya wî de bi dilekî rehet dabûyê. Di vê zewacê de bi navê Lamîa, Sûheyla û Leyla
[19] sê keçên wan û bi navê Selaheddîn (1928-2005) û Nejmeddîn (1934-2000) jî du lawê wan çêdibin.
3. Tevgera 1925an û Mehmed Mîhrî
Piştî Şerê Yekemîn ê Dinyayê, ji alîyê endamên Komela Pêşketina Kurdistanê ve di sala 1919an de rêxistinkirina Tevgera Qoçgirî (1919), li pey wê di sala 1923yan de damezrandina Komara Turkiyê û paşê jî destpêkirina Tevgera 1925ê û sernekevtina wê, rewşekî nû derxist holê. Wekî gelek sîyasetmedar û ronakbîrên kurd, M. Mîhrî jî, ji ber tevgera 1925an hate girtin û dadgehkirin. Em ji îfadeyên girtîyên tevgera 1925an têdigîjin ku nivîsên wî yên di nav rûpelên rojname û kovarên wê demê de û bi taybetî jî nivîsên di kovara
Kurdistanê de, gelek tesîr li ser endam û rêvebirên komele û rêxistinên wê demê kirîye.
Em nizanin bi Tevgera Mîllî ya 1925an re têkilîya wî ya organîk di kîjan astê de bûye, lakîn di dema dadgehkirina girtîyên Tevgera 1925an de, gelek caran navê wî û tesîra nivîsên wî tête rojevê. Mîsal yek ji şexsiyetên navdar ê wê demê Sadîyê Paloyî dibêje “Nivîsên wî yên di kovara
Kurdistanê de pir tesîr li min kiribû.” Ji ber beyanên wisa, Mehmed Mîhrî li Îstenbulê tête girtin û demekî li hepisxanê girtî dimîne. Yek ji Sawciyê Tevgera 1925an Ahmet Sûreyya, di derheqê girtin û mehkemekirina Mehmed Mîhrî de dibêje: “Li ber destê me îspat nîne ku em bêjin berîya serhildanê tevlî xebatên amedekarîyê bûye, lê belê em zanin ku ji alîyê Şêx Seîd ve hatîye wezîfedarkirin û wî wezîfeya xwe terk kirîye.”
[20]
Damezrandina Komarê û têkçûna Tevgera 1925an, ji bo gelek ronakbîr û sîyasetmedarên Kurd pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ji van bûyeran şûnde, hem li Îstenbulê û hem jî li Kurdistanê cî û war li ser serê gelek ronakbîr û sîyasetmedarên Kurd teng bûye. Hinek ji wan mecbûr man ku birevin derve, hinek hatin zîndanîkirin, darvekirin û kûştin, hinek jî xwe li ber çavan dûrxistin û bêdeng kirin.
Mehmed Mîhrî, yek ji wan kesan bû ku piştî girtina demeke kurt hate berdan û piştî berdanê demek dirêj ji ber çavan dûr dikeve û bêdeng dimîne û ji zarokên xwe re jî behsa bûyerên bi ser wî de hatî nake. Ji ber vê yekê ye ku keça wî Lamîa Hîlav dibêje; “bavê min ji me re behsa jîyana xwe ya rabirdûyê nedikir.”
[21] Encama kirinên dîktatorîya yekpartîtî ya Cumhurîyetê, gelek tesîr li ser wî dike, ku di pirtûka xwe ya çapkirî ya sala 1943ê de dibêje; “Dewra ku em di nav re derbas dibin; qîmeta xwedîyê kadînên tije ka, bilindtir e ji qîmeta xwedîyê mejîyên bi îrfanê re mijûl.”
[22] Di dewreke wisa de “yên wekî min, bi êş û derd heyatê derbas dikin.”
[23]
Sala 1934ê dema ku “qanûna bernav”an dirûst dibe, di mana ji aliyê avê de, bernava “Hêlav-Helav” bikartîna û paşê ev peyv wek “Hîlav” tête bikaranîn. Bi tevî ku bernaveke nû girtibû, li ser bergê pirtûka xwe ya bi navê
Fuzulî Dîwanindan [Ji Dîwana Fuzulî] ku di sala 1937an de hatîye çapkirin, navê “Avukat Mehmed Mîhrî” bikaranîye, bernavê xwe yê nû nenivisandîye. Li ser bergê pirtûka wî ya ku di sala 1943an de bi navê “
Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır [Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye] hatîye çapkirin, “Mehmed Mîhrî Helav” hatîye nivîsîn.

Mehmed Mîhrî Hîlav û zarokên wî:
Lamîa, Suheyla û Selahedîn
Di sala 1945an de li Girava Mezin (Büyükada) havîngehek piçûk dikire û ji wê şûnde bi pirranî havînên xwe di vê giravê de derbas dike. Di van salan de peyderpey têkilîyên wî yên bi rojhelatê Kurdistanê re û paşê jî bi başûrê Kurdistanê re geş dibin. Bi rêya nameyan, bi malbat û meriv û nasên xwe re têkilîyên xwe pêş dixe. Lamîa Hîlav dibêje: “Bavê min name rêdikir ji merivên xwe re. Dema ku kalikê min çû rehmetê, ji ber ku ew kurê nûxûrê malê bû, malbatê xwest ew vegera nav wan. Lakin wî got, pênc zarokên min hene ez nikarim wan berdim û vegerim. Lê belê têkilîya wî bi mirovên wî re hebû; berdewamî xalekî wî dihate dîtina wî, dema xalê wî bihata malê herdu bi hev re kurdî dipeyivîn û me jî axaftina wan tênedigihîşt. Xalo ji me re digot di dema xortanîyê de porê bavê we dirêj bû, bi pirranî li ser pişta hespê digerîya û li pey wî gelek peya hebûn, ez bi xwe jî yek ji wan kesan bûm.”
[24]
Piştî Şerê Duyemîn ku hinek sistayî û nermîya hewayê sîyasî çêdibe, ew jî dest pê dike ji bo rojname û kovarên kurdan nivîsan dinivsîne. Musa Anter û hevalên xwe di sala 1948an de bi navê “
Dicle Kaynağı” [Jêderka Dîcleyê] kovarek derdixin. Anter di bîranînên xwe de dibêje “Dema min kovara “
Dicle Kaynağı derdixist, heft nivîs ji bo min rêkirin….. Welatperwerî û dilsozîya doza rewa ya miletê Kurd, taybetmendîyekî girîng ê M. Mîhrî bû. Li gor ku Munzur Çem ji pirtûka Kazim Yildirim neqil kirîye: “Sala 1956ê ‘Komela Çandî ya Tuncelî’, bi navê
Şeva Çanda Dêrsimîyan şahîyek sazdikin û wekî gelek rewşenbîrên Kurdên wê demê, M. Mîhrî jî vedixwînin ji bo şeva şahîyê. Ciwan û rêvebirên komelê dema ku dawetîyeyê ji wî re dibin û bi navê Komela Tuncelî xwe bi wî didin nasandin, ew, ji peyva ‘Tuncelî’ gelek aciz dibe û li wan vedigerîne dibêje; ‘na, ew der ne Tuncelî ye, ne Tuncelî, navê wê derê Dêrsim e, Dêrsim! Û paşê ciwanan dide rûniştandin, bi wan re sohbetê dike û gora şertên wê demê alîkarîyeke baş jî dide komela wan.”
[25] Wî hetanî sala mirina xwe jî yanî 1957ê, xizmeta xwe ya ji bo miletê Kurd û zimanê kurdî domandîye û “ji bo kovara
Hetaw a ku li Erbîlê dihate çapkirin, berdewamî nivîs rêkirîye.”
[26] Lêbelê dîyar dibe ku wekî gelek ronakbîr û sîyasetmedarên Kurd, wî jî di nav malbatê de û bi taybetî ji zarokên xwe re, bi awayeke aşkere û berfirehî behsa xebata xwe ya kulturî û sîyasî nekirîye. Ji ber vê yekê ye ku keça wî ya piçûk Leyla Xanim dibêje: “Piştî mirina bavê min, ji sohbetên nav malbatê, ji agadarî û gotinên dayika xwe, kekê Selahaddîn û xalê xwe hîn bûm ku bavê min di rojname û kovarên kurdî yên dema Osmanî de nivisandîye.”
[27]
4. Malbateke di navbera kevneşopî û nûjenîyê de
Ku em dubare vegerin ser têkilîyên malbatî, wekî ku me berîya niha jî got, pênc zarokên M. Mîhrî hebûn. Wî, ji alîyekî ve zarokên xwe di dibistanên nûjen de dane xwendin û ji alîyê din ve jî, di mala xwe de dersên edebîyat, felsefe û nivisîna osmanî û erebî hînê wan kirîye. “M. Mîhrî, di mala xwe de ji yê mezin bigre hetanî yê piçûk dersên edebîyat, felsefe û nivisîna osmanî û erebî daye zarokên xwe. Wî dixwest her yek zarokê wî pirr baş perwerde bibin û bibin entellektuelek.”
[28]
Ji nav zarokên wî, yê herî navdar, rexnegir û felsefezan Selaheddîn Hîlav e. “Ji ber ku Mehmed Mîhrî bi kultura Rojhelatê mezin bûbû, zimanê erebî û farisî pir xweş zanîbû û zarokên xwe jî bi vî kulturî perwerde kirin.Bi taybetî jî kurê xwe Selaheddîn Hîlav, di piçûkayî de bi vî kulturî perwerde kiribû, di dema perwerdeyîya navendî de, di bareyê edebîyata dîwanê de bûye çavkanî û alîkarê wî yê tewr mezin û ji ber ku berdewamî bi wî re li ser felsefa îslamê gotebêj dikir, ew ê ku pêşîyê riya felsefê li ber Selaheddîn vekirîye Mehmed Mîhrî bi xwe ye.”
[29] Selaheddîn Hîlav, bi alîkarî û rênîşandana bavê xwe, alfabeya erebî hîn dibe û herweha derîyê kultura rojhelatê ji wî re vedibe. Bi saya vebûna vê derîyê, ew bi xwe êdî dikare nivîskarên rojhelatî û osmanî yên wekî Fuzulî, Bakî, Evdilheq Hamîd, Ehmed Haşîm û wd. ên wê demê rasterast bixweyne. Ew bi xwe di derheqê vê mijarê de weha dibêje: “Bavê min mamosteyê felsefê bû û berdewamî min û bavê xwe li ser felsefa îslamî gengeşî dikir. Ew merivekî gelek xweş bû, bi min re jî yarî dikir digot “ramanên Marx û Comte baş in, lêbelê wê çawa bêne tetbîqkirin? Wî Fuzûlî bi min dida xwendin û nivîsîna alfabeya erebî bi xwendina
Dîwana Fuzulî hîn bûm.”
[30]

Yên rûniştî: Şazîye Xanim û her sê keçên wê ne. Yên li ser pîyan: Mêrê navîn Asim Nural ê hevserê Suheyla Xanim e û herdu yên din jî kurên wê Selahedîn û Necmedîn in.
Awayê xebata me;
“Wekî rêbaza audi-visuel, berîya ku min hînê alfabê bike, rasterast metnê bi min dida xwendin. Wî dixwend min jî ew tekrar dikir, carek din, carek din,.. heta ku biwestîya. Roja din jî wisa berdewam dikir. Piştî hefteyek û deh rojan şûnde, êdî meriv bi xwe jî dikare bixweyne û peyderpey jî manaya wê tête hînkirin. Dema ez fêrê xwendina nivisîna berê bûm, umrê min 8-9 salî bû. Qet ji bîra min naçe, me ji ew a herî zahmet, ji qesîdeya Fuzûlî ya bi navê
Gul dest pê kiribû û paşê jî qesîdeya
Avê.”
[31]
Herwekî me li jorê jî gotibû, Mehmed Mîhrî bi edebîyatê re jî mijûl bû û ew bi xwe jî edîbekî bixwebawer bû û demekî di Sultanîya Kadîkoyê de mamostetîya zimanê erebî û farisî jî kirîye. Herweha di kovarên
Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistanê û
Hetaw de jî li ser ziman û edebiyata kurdî gelek nivîsên wî hatine belavkirin. Pêşketin û elaqa wî ya alîyê edebî, bi vê dîyaloga wî û Selaheddîn Hîlav bêtir ronî dibe. Selaheddîn dibêje li ser pirsek min a di derbarê edebiyatê de bavê min gote; “Dema em Fuzûlî, Nefî û Baqî jê derxînin Tanzîmat-manzîmat gişt derew in, li pey wan jî Yehya Kemal û Nazim Hîkmet têne. Şairên rastîn ev in. Di rexneyê de jî Nurullah Ataç heye.”
[32]
Ji van dîalogan jî dîyar dibe ku ji alîyê civakî, edebî û felsefî ve gelek tesîra Mehmed Mîhrî li ser zarokên wî çêbûye. Piştî mirina wî, ji bo parastina nirx û berdewamîya têkilîyên malbatî, hemû endamên malbatê bi navê “civînên pêncşemê” heftê carekî roja pêcşemê berhev dibûn. Ji ber van xusûsîyetan, bi kurtayî be jî bi çend hevokan nasandina zarokên wî, dê bibe unsurekî temamker ê vê xebatê.
Kurê wî yê Selaheddîn Hîlav, bi nasnameya xwe ya wergêrî, rexnegirîya edebî û felsefezanîyê navdar e. Selaheddîn Hîlav, sala 1928ê li Îstenbulê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya navendî, sala 1946ê di Lîseya Îstenbulê de xelas kirîye, di beşa Felsefê ya Fakûlteya Edebîyat a Unîversîteya Îstenbulê de xwendîye (1946-1950). Sala 1951ê Unîversîteyê xelas kirîye û heman salê ji ber ku endamê Komela Ciwanên Xwendina Bilind bû, demekî kurt hatîye hepiskirin û piştî derketina ji hepsê, sala 1953ê ji bo xwendina doktorayê berê xwe dide Parîsa Fransayê. Li ser
Teorîya Romanê ya Lukács têza doktorayê amade dike. Dema ku ew li Fransayê bû, bavê wî Mehmed Mîhrî sala 1957ê koça dawî kirîye. Li ser biryara malbatê ew xwendina xwe nîvçe nahêle û nayê ji bo şîna bavê xwe, lewra ku bihata cardin çûyina wî zahmet û xeternak bû. Selaheddîn sala 1958ê vedigere welat. Ji wê şûnde heta mirina xwe (2005), nêzîkê 40 pirtûk wergerandine ser zimanê turkî, rêvebirîya kovara felsefî ya
Yazko kirîye. Bi navê
Gerçeküstücülük [Serrastîtî] (1962),
Diyalektik Düşüncenin Tarihi [Dîroka Fikra Dîalektîk] (1966),
100 Soruda Felsefe El Kitabı [Bi Sed Pirsan Destpirtûka Felsefê] (1970),
Felsefe Yazıları [Nivîsên li Ser Felsefê] (1993),
Edebiyat Yazıları [Nivîsên li Ser Edebîyatê] (1993),
Paris Mektupları [Nameyên Parîsê] (2006) pirtûkên wî hatine çapkirin.
Herçiqas alîyê wî yê kurdîtîyê dernekeve pêş jî, dema aîdîyeta etnîkî ya malbatê û mesela Kurdistanê ji wî tê pirsîn wisa dibêje:
“Belê bavê min Kurd e, alîyê dayika min Lezgî-Çerkez e; bavê dayika min jî Kurd e û dayika wî jî reşik e.”
[33] “Fikra min a li ser mesela Kurd, ji berê ve li ser bingehên fikra marksîstî û sosyalîstî ye. Ji bo min a bingehîn ev e; ku milet û eqliyetên cûda karibin çarenûsîya xwe ya kulturî û sîyasî bi îradeya xwe dîyar bikin, ji zixt û bindestîyê rizgar bibin û bigîjin şexsiyeta xwe ya azad. Ev, armanceke herî girîng a fikir û çalakîya şoreşgerî ye. Peyva Kurd, kultur û nasnameya Kurdan ancax van demên dawî hatin bilêvkirin. Fehma sîyasî ya asîmlasyonîst, tuneker û neteweperstîya şoven a îdeolojîya fermî û “pêşkevtîxwaz”an, nêzîkê 70ê sal in ku nikarin hebûn û nasnameya Kurdan ji holê rakin.”
[34]
Selaheddîn Hîlav, rexnegirekî edebî û felsefezanekî navdar bû, di fikir û bawerîya xwe de bêtawîz bû, pir hişk bû û qet nermayî nîşan nedida, lêbelê xwe jî û sînorê xwe jî dizanî…. Hîlav, “bi felsefeyê re dijîya yan jî bi xwe felsefeyek bû di jîyanê de.”
[35]
Kurê mezin Necmedîn Hîlav ehlê nivîsê nebe jî, di nav ehlê ronakbîrên Îstenbulê de şexsîyetekî navdar û hostayê gotinan bû. Ew serê sala 2000an çû ser dilovanîya xwe. “Wî bi zimanê osmanî, farisî, erebî, almanî, fransizî, îngilizî û latînî dizanî.”
[36] Lûtfî Seymen di berdewamîya nivîsa xwe de, di derheqê “îslamcîtî” ya ku ji alîyê Soner Yalçin ve tête îdîakirin de dibêje: “Îddîakirina Îslamîcîtîya Necmedîn Hîlav, çîrokek bêbingeh e. Em her yek lênihêrîna Rojhelatê ji wî hîn bûn, ew ji alîyê şerîeta olî bêtir,bi alîyê wî yê kulturî, felsefî û zanistî re eleqeder bû. Ji ber vê yekê navê îslamcîtîyê lêkirin, bêînsafî ye.”
[37]
Sehaf Emîn Nedret Îşlî jî di bersîva xwe ya ji bo Soner Yalçin û gengeşîyên li ser Necmedîn Hîlav de dibêje: “Zanîna wî ya li ser Necmedîn Beg, bi temamî mahsûlê xîyala ye. Tiştê ku ew dibêje ne rast e, Necmedîn di tu dewrekî jîyana xwe de nebûye “Mûnewerê Îsalamîparêz.” Necmedîn gelek ji pirtûkên kevin hes dikir, gelek meraqdarê tarîx û felsefeya îslamî bû, wî, ji jêderên bingehîn bi berfirehî lêkolîna kultura rojava û rojhelatê dikir û ew entelektuelekî mezin bû… ”
[38]
Ji van agadarîyan dîyar dibe ku Mehmed Mîhrî bi şexsîyet û felsefeya xwe ya jîyanê gelek tesîr li ser zarokên xwe jî kirîye.
Digel xusûsîyetên wî yên ramyarî (fikrî), hinek wesfên wî yên din jî hebûn. “Mehmed Mîhrî merivekî maqûl bû, mirîyê zarokên xwe bû, ji sporê gelek hes dikir, melevanekî pirr baş û siwarekî pirr baş bû.”
[39] Herweha S. Hîlav dibêje, “Bavê min meraqdarê nêçîrvanî bû, nava mala me wek cepxane bû; çar-pênc tifingên çifte, sê-çar debançe, tajîyek û du kûçikê me hebûn.”
[40] Keça mezin Lamîa Hîlav jî di bareyê têkilîyên nav malbatê, kesayetî û taybetîyên bavê xwe de weha dibêje:
“Bavê min mirîyê zarokên xwe bû, pirr girîngî dida xwarin û tendirûstiya me,... Her gav ji me re digot, bi xebatkarên nav malê re muameleyek baş bikin, bi navê wan bang li wan nekin, bi unwanê “Xanim” deng li wan bikin. Her weha bavê min ji bo xwendina gelek zarokan alîkarî dikir; wî, keçeke 8 salî ya feqîr anîbû malê û keçik 4-5 salan bi tevî me li wê malê nezin bû. Ew, xwedî fikrên modern bû û ji alîyê dînî ve jî ti wextekî mutahasip nebû. Li der û dora wî gelek heskirî û hevalên wî hebûn. Bavê min tiryakîyê çay û cixarê bû, mixabin ji ber vexwarina çay û cixareya pirr zêde, nexweşîya enfaktûsê derbas kir û sala 1957ê ji nava me veqetiya.”
[41]
Gorna wî, li Îstenbulê di goristana Edirneqapî ya beşê Saqizaxa ye.
5. Nameya Gîwê Mukrîyanî li ser mirina Mehmed Mîhrî

Gîwî Mûkrîyanî
Mehmed Mîhrî yek ji nivîskarên Kovara
Hetaw bû di navbera salên 1955-1956an de, bi sernivîsa “Zimanê ême yek cur e, şêwekanî zor e”, ji hejmara 47an ta bi 74an nêzî 27 meqeleyên wî di nav rûpelên kovara
Hataw de hatîne belavkirin. Xwedî û sernivîskarê
Hetaw, Gîwê Mukrîyanî bû û di navbera wî û Mehmed Mîhrî de dostanîyek gelek xurt û baş çêbûbû. Li ser zimanê kurdî jî fikrê wan gelek nêzê hev bû. Gîwê Mukrîyanî di meqaleya xwe ya bi sernivîsa “Yekîtîya Zimanê Kurdî” de vê babetê weha dihêne ziman:
“Zanayê bilind û pisporrê mezin, mamosta Mihemed Mîhrî ku ji Stembolê destê alîkarî bo
Hetaw dirêj kirbû û bi şîrîntirîn şêwe û şêwr kelêna (yekêtîya zimanî kurdî) li
Hetawê jimare 47 ve ta 74 tijî kirbû. Mixabin zemanê çepgerr wî jî bi me helal nedî û bi sebeba pîrî û nexoşî, pênûs ji destê wî derxist û derfet neda ku heta dawîyê xizmeta yekêtîya zimanê Kurdî bike.
Ez ku hêj taqeta min di leş û mêjî û çavên min de maye, heta nefesa dawî li ser rêka xizmetê zimanê kurdî dernakevim û bi hemî hêz û taqeta xwe berve armanca yekêtîya zimanê kurdî diçim, min hîç tiştek bi qasî zîndîkirin û yekêtîya zimanê Kurd bi pêwîsttir û girîngtir nabînim.Çunku her neteweyek ku bi temamî di axa esîrîyê da xeniqî be, eger bikare zimanê xwe biparêze, êdî wê her rizgarî bibîne. Her netewe û eşîrek ku azad û serbixwe jî be, eger zimanê xwe wenda bike, tiştê din jî wê wenda bike, çunku bi sebeba zimanê xwe nebe, nikare yekêtîya xwe biparêze, bê wan jî nikare azadîya xwe biparêze.
Neteweya bê ziman ji mirovekî kerr û lal zêdetir nîye, namûsa hemî neteweyek zimanê wî ye, heta niha me hezaran zilamê navdar û zana û pisporr û biwêjê wisa jê peyda bûye, ku mîna wan tune bûye. Ji ber ku bi zimanê me nehatine qeydkirin niha gişt berze û wenda bûn û yan jî kilawê biyanîyan li serê wan hatîye danan û em wan carek din nas nakin. Sebeba qeydnekirina wan jî bi zimanê me, tenê ev bûye ku çend sed sal e zimanê kurdî bûye qurbana xîret û şi’ûr û wîcdanê mela û şêxên me, çunku wan çend sed sal e diwazde îlm û mamosta û biwêj û pizîşk bûn, her gav sermeşq û pêşengê farisî û turkî û yên din ji bo kurdî ax dixiste ser û Hacî Qadir û Mela Mihemedê Koyî (Melayê Gewre) nebe tu kes ji wan di hîç wextekî berê xwe nedaye zimanê xwe.Eger hinek kêm jî berê xwe daban zimanê kurdî, êdî bi hezaran şûnewarê dîrokî û wêjeyî niha bê ser û şûn nedibûn û em jî çend sed salan li guhê gayê ranedizayin û li mala xwe em muhacir nedbûn û hêlîna me jî xira nedibû.”
[42]
Mirina mamosta, muderrîs û berevan (abuqat) Mehmed Mîhrî, Kurdên xwenas û hişyar gelek xemgîn kir, bi taybetî jî heval û nas û dostên wî. Dibêjin xebera reş zû belav dibe, wê demê bi navê Şivan ciwanekî xwendekar ji başûrê Kurdistanê, li Îstenbolê ve bi telgrafekî agahîya mirina wî digehîne navenda
Kovara Hetaw li Hewlêrê. Li ser telgrafa Şivan û mirina Mehmed Mîhrî Hîlav, Gîwê Mukrîyanî nameyekê şînê û sersaxîyê belav dike.
“
Telgrafek ji Îstembollê bo Hetaw
Telgrafekî cergibirrî kurdî ji Stembol bi tîpê Latînî yê kurdî li van rojan bi vî şiklî bo me hatîye:
Hewlêr- Êraq, Govarî
Hetaw
Mixabin xo mamosta Mihemed Mîhrî koça diwayî kird. (Şiwan)
Ev telgrafe naxoşe, birînê min yên kevin û nû tevda nûkir, wî jiyan ji min ra teal kir û xulîya bêhêvîyetî û bêkesî bi serê min da kir. Mamoste Mîhrî te Kurdistan bi bê dillsoz û te
Hetaw bi yetîmî bi cî hêşt! Ey gelî Erdelanî û Mukiryanî! Hêj xwelîya ser şan û serê we hişk nebûye, xwelî bi serdakirina Mamosta Mîhrî jî hat ser!
Mamosta Mîhrî! dîyar e te hest bi koça dawîya xwe kiribû, te dixwest ku di dîrokê da şermezarê Kurd û Kurdistanê nebî. Ji ber hendê di van dawîyê da bi rêka
Hetaw, te hemî derd û kovan û xema mişextîyê û paşmayîna Kurdistanê bi awayekî kurdperestane ji derûna xwe derxist derve.
Gelo neteweya Kurd çawa li bin barê supasîya te û ciwanmêrîya te derbikeve? Ku te karî di nav cehennemê da dengê xwe bigehînê cenneta Kurdistanê.
Apê can! Ji bo nimûneya mezinî û mertebeya şan û heybeta te ewqas bes e ku di nav axa bîyanîyan da bi sebeba zekawet û hişyarî û hişmendîya te, te serê Kurdan di nav Moxol û Roman da bilind kirbû, tu li hiqûqê bûy muderrîs, li abuqatîyê gehîştî dereceyeke pir bilind.
Erdellanî û Mukiryanî bi te şanaz in,çunku xençî ku tu 50 heta 60 sal li welatê bêganan jiyan kir, lê te nehêla koka zimanê kurdî di nav mal û zarokê te da rabe, hetta her kurdekî Stenbolê dema dihatin cem te eger bi Turkî baxivîban, te bi wan ra şer dikir û te ji wan ra digot: Çima ji me ra bûyî nêre Turk?
Belê her tiştekê ku berê di rêka kurdînyê hatîye serê te, ez bi hemî haydarim û min sipartîye dîroka Kurdan. Lê dema hemû heyvan carek yan du car bi mektûba taybet, te şîretê li min dikir û te digot min:
“Bavê bavê min, çavê apê xwe, ruhê rewana min, umîda nîştimanê min, ji bo xatirê Xudê û derbarê dilê min ê muhacîr û şewitî, qelema xwe biseknîne û hinekî sebir bigre, rica dikim ku tiştekî wisa nenivîsî ku cîranê me aciz bibin,her tiştê meweşîne, nexwe zerer bide te û
Hetaw û çapxana Kurdistan. Kurdistan tenê bi ya te heye, mayîna te ji xerabûna te baştire. Min bi vê pîrî û nexweşyê, xwe bi dermanan sekinandîye. Derman û parêzîya te jî hişyarî û dûr dîtin e. Ji dema ku ez derbeder bûme heta îro, dilê min qasê ku bi
Hetawê hênik bûye, bi tu tiştan hênik nebûye. Her gava ku
Hetaw ji bo min tê û ez
Hetawê dixwînim, ji kêfxoşîyan mîna bulbulekî nav baxê Sablaxê ku bi dengê xwe yê xweş hemî bajêr mest û serxoş diket.”
Êdî mame giyan îcar kî dillsozê min bî û şîretê min bike, zemanê namerd te jî bi me helal nedît, wisa fêm kiribû ku birînên 10ê Newroza 1947 û 21.1.1955 çê bûne, êdî daxeke din bi cîgera me na.
Xudê wî bixe bin sîya edalet û rehma xwe û aramî bide dilê hemî kurdekî kurdperest, malbat, zarok, eqreba û ayîleya wî.”
[43]
8. Eserên Mehmed Mîhrî
Dema ji eserên Mehmed Mîhrî bête baskirin, em dikarin berhemên qelema wî li ser du alîyan ve dabeş bikin; meqaleyên wî yên ku di weşanên cûre bi cûre de hatine çapkirin û kitêbên wî. Em dizanin ku ji
Rojî Kurd bigre
Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetaw[44] û hwd. di gelek rojname û kovaran de nivîsên wî hatine çapkirin û belavkirin. Di weşanên navborî de, em rastê navê gelek nivîskarên hêja yên din jî têne. Bêguman ew her yek weşan û nivîskar, bi serê xwe, bi gelek xusûsiyet û alîyên xwe yên nezelal ve bendeyê xebat û lêkolînên nû ne.
Di vê xebatê de, li gor belge û dukomentên berdest, em dê bixebitin ku ronahî bidine li ser xebata nivîskarî û eserên (berhemên) Mehmed Mîhrî. Ji ber ku di beşê yekemîn de basê jîyan û xebata wî hatibû kirin, di vî beşê de, bi giranî em dê li ser berhemên wî rawestin.
M. Mîhrî, di nav rûpelên van weşanên navborî de û eserên xwe yên çapkirî de mahlasên cihê cihê bikaranîne. Li ser bergê pirtûk û nivîsên xwe yên di şiklê meqaleyan de mahlasên wekî; M
[45], M. M., Mîhrî, Mehmed Mîhrî, Kaka Heme, Dawer Erdelanî, Binî Erdelanî, Zehawî Zade A. M., Z (D). Zade Mehmed Mîhrî, Avukat Mehmed Mîhrî û Avukat Mehmed Mîhrî Helav bikaranîye.
8.1. Meqaleyên wî
Hinek nivîsên wî di şiklê meqaleyan de li ser babetên cîyawaz di jimarên berdest ên
Rojî Kurd,
Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan û
Hetaw de hatine belavkirin. Pirranîya nivîs û meqaleyên wî jî di kovara
Kurdistanê de hatine belavkirin. Ji ber ku lîste û orjînalê hemû meqeleyên nav jimarên
Kurdistanê di vê xebata ber destê we de mewcûd in, ez dê li vê derê bi tenê navê nivîsên wî yên di nav rûpelên
Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn û
Hetawa Hewlêrê wek nimûne li jêrê rêz bikim:
*
Le tarîkî bo ronîkî/, D. Erdelanî,
(
Rojî Kurd, No: 4, 12yê Eylûla 1913)
*
Se’yî bikin (Bixebitin)/ Zehawî Zade A. M,
(
Hetawî Kurd, No: 1, Çirîya Pêşîn, 1913, r. 18/24)
*
Men kurd, kurdayetî fexr û îftixarê men e/ D. Zade Mehmed Mîhrî
(
Hetavî Kurd, No: 3, r. 22, 23, 24)
*
Hemûman/ Dawer Erdelanî
(
Jîn, No: 21, 18yê Hezîrana 1919)
*
Kürd edebiyatından bazı örnekler-1 / M. M
(Jîn, No: 2, 14 Teşrin-i Sanî 1334)
*
Kürd edebiyatından bazı örnekler-2 / M. M
(
Jîn, No: 7, 2yê Kanûna Paşî 1919)
Kovara
Hetawa ku li Hewlêrê çap dibû û gerînendeyê giştî yê wê Gîwî Mûkrîyanî bû, di navbera salên 1955-1956an de bi sernivîsên “Zimanê ême yek cur e, şêwekanî zor e”
[46] û “Yekîtî Zimanê Kurdî”
[47], ji hejmara 47an ta bi 74an, 27 meqeleyên wî hatîne belavkirin.
Bê guman nivîsên wî ne tenê ev in, di rojname û kovarên cûre bi cûre de nivîsên wî hatine belavkirin û hinek ji van weşanan li ber destê me nînin. Mîsal; “Musa Anter dibêje: Dema ku min kovara
Dicle Kaynağı [Jêderka Dîcleyê] derdixist, heft nivîs ji bo min rêkirin.
8.2. Pirtûkên wî
Li gor agadarîyên heyî, çar pirtûkên wî hatine çapkirin:
- Muqeddîmetu’l-Îrfan (1918): Ev pirtûk li ser hevberkirina dengsazîya dîyalektên zimanê kurdî ye û ji 140 bendan pêk hatîye. Li ser bergê pirtûka Muqeddîmetu’l-Îrfan, kurteya nav û paşnavê wî wekî “M. M.” hatîye lêkirin, ev pirtûk di sala 1918an de hatîye çapkirin û zimanê wê bi osmanî û kurdî ye.
- Îrfan: Lûgata Kurdî, Turkî, Erebî, Farisî û Fransizî: Ev pirtûk lûgata zimanê kurdî ye, wek berdewamîya Muqeddîmetu’l-Îrfan (1918) hatîye amadekirin û hezar mixabin ku ev berhema hêja wenda ye, vê gavê li ber destê me nîne.
- Fuzulî Dîvanından [Ji Dîwana Fuzulî] (1937): Ev pirtûk, çawa ku ji navê wê jî dîyar dibe li ser Dîwana Fuzûlî ye. Li ser bergê pirtûka Fuzulî Dîvanından, navê wî wek Avukat Mehmed Mîhrî hatîye nivîsandin û zimanê wê bi turkî ye.
- Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır [Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye] (1943): Babeta pirtûka navborî li ser exlaqa îslamî ye. Li ser bergê pirtûkê, Avukat Mehmed Mîhrî Helav hatîye nivîsandin û zimanê wê jî turkî ye.
Li vê derê berîya ku em dest bi danasîna berhemên wî bikin, lazime em babeteke din jî ronî bikin. Di nivîsar û çapemenîyê de gelek caran navê Mehmed Mîhrî Hîlav, bi yê Mehmed Mîhrî Kerkûkî û Mehmed Mîhrî yê nivîskarê
Rehberê Lîsan re tête tevlîhevkirin. Ji bo pêşîlêgirtina vê tevlihevîyê, dixwazim îmzeya nivîskarî û pirtûkên her sê “Mehmed Mîrî”yan bidime ber hev, da ku ev tevlihevî û şaşîtî dubare nebe.
Mehmed Mîhrî yê nivîskarê
Al-tuhafetû’l Behiyye fil’lugati’l-ingiliziyye we’l-franseviyye we’l-arabiyye we’l-turkiyye, endamekî “Jûra Tercume ya Babê Alî” ye, ev pirtûka wî, 773 rûpel e û sala 1319/1903 di Çapxaneya Osmanîye de hatîye çapkirin.
Navê rastîn ê Mehmed Mîhrî yê nivîskarê
Seyhatnameya Sûdanê jî, Mehmed Mîhrî Kerkûkî ye û li ser pirtûka navborî hatîye nivîsandin: “Bab-ı Ali Hariciye tercüme kaleminin sabıka Arabî ve Farisî mütercimi ve esbuk-ı huy-ı şehbenderi, Kerküklü Mehmed Mihrî.”
[48]
Seîd VEROJ
22/08/2026
[1] Sala 1966ê li gundek Pîrana bi ser Dîyarbekir ve ji dayik bû. Dibistana serateyî li gund, navendî, lîse û unîversîte li Dîyarbekir xwend. Bi navê kovara Warê û kovara Bîrê du kovar weşandîye û edîtorîya wan kirîye. Di sala 2011-2014a de li unîversîteya Artuklu ya Mardînê mastera Kurdî qedand. Çend berhemên wî yê çapkirî hene. Ji van berheman yek, "Mehmed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdîstan" e.
[2] Evan hemû kovaran, di salên dawî yê Dewleta Osmanî de yanî berîya damezrandina Komara Turkiyê hatine weşandin û belavkirin.
[3] Nameya taybet, ji arşîva Sugra Hîlav, 2009
[4] Sema Rifat,
Selahattin Hilav ve Paris Mektupları [Selaheddîn Hîlav û Nameyên Parîsê], Turkiye İş Bankası Yayınları, 2006, Îstenbul, r. 13
[5] Nameya taybet, ji arşîva Sugra Hîlav, 2009
[6]http://www.kovarabir.com/cutyar-tofiq-hawrami-yadek-le-mihemmed-i-mihri-kurteyek-derbarey-jiyan-u-berhemekani/
[7] Nameya taybet, ji arşîva Sugra Hîlav, 2009
[8] bn. Gotara Cutyar Tofîq Hewramî,
Yadêk Le Mihemedê Mîhrî, http://www. saradistribution.com/ mihri.htm, 20.04.2013, (Govarî Sirwe, h.: 7, r. 27)
[9] J. b., r. 27
[10] Lamîa Hîlav, Bîranînên di derbarê Mehmed Mîhrî Hîlav de, arşîva taybet.
[11] İbrahim Halil Baran, http://rojpress.com/?p=2508, 25.06.2013
[12] Sema Rifat,
Selahattin Hilav ve Paris Mektpları, Turkiye İş Bankası Yayınları, r.16
[13] Cuzdana sicîlê, r. 2
[14] Lamîa Hîlav, Bîranînên di derbarê Mehmed Mîhrî Hîlav de, arşîva taybet.
[15] Hevpeyvîna bi Leyla Hîlav re, S. Veroj, 13.12.2014
[16] Kurdistan, Aded: 19, 29 Mart 1336 (29 Mart 1920)
[17] Lamîa Hîlav, Bîranînên di derbarê Mehmed Mîhrî Hîlav de, arşîva taybet.
[18] J. b., r. 13
[19] “Lamîa Hîlav, sala 1920ê ji dayik bûye, xwedî şexsîyetek otorîter bû, mamosteya cografya bû û demên dawî mudîreya Koleja Keçan a Kadîkoy bû. Sûheyla Hîlav (1924-2001), li ser daxwaza bavê xwe Fakulteya Hiquqê xwendîye, lê belê abuqatî nekirîye û di Banka Merkezî de xebitîye, xwedî kesayetîyek bêdeng, fedekar û hesas bûye. Leyla, sala 1939ê ji dayik bûye, piçûka hemû xûşk û birayan bû, xwendin û perwerdeyîya wî li ser mûzîkê bûye.” Bn. Sema Rifat,
Selahattin Hilav ve Paris Mektupları, Turkiye İş Bankası Yayınları, r. 23, 24, 25
[20] Uğur Mumcu,
Kürt-İslam Ayaklanması (1919-1925), Tekin Yayınevi, 1991, Ankara, r.130
[21] Lamîa Hîlav, Bîranînên di derbarê Mehmed Mîhrî Hîlav de, arşîva taybet.
[22] Mehmed Mihri Helav,
Ahlak Yükseliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır [Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye], Aydınlık Basımevi, 1943, İstanbul, r. 3
[23] J. b. r. 4
[24] Lamîa Hîlav, Bîranînên di derbarê Mehmed Mîhrî Hîlav de, ji arşîva taybet a Sugra Xanim.
[25] Munzur Çem,
Dersim Merkezli Kürt Aleviliği, Weşanxaneyê Vateyî, 2010, Îstenbul, r. 498
[26] Musa Anter,
Hatıralarım, Aram Yay. 2. Baskı, İstanbul, 2011, r. 69
[27] Leyla Hîlav (Sonmezocak), Hevdîtina Taybet, Seîd Veroj, 13.12.2014
[28] Ruken Kızıler, akt. Selahattin Bağdatlı,
Felsefeden Edebîyata Selahattin Hilav (1928-2005), Çiviyazıları yayınları, İstanbul, 2006, r. 136
[29] Sema Rifat,
Selahattin Hilav ve Paris Mektupları, Türkiye İş-Bankası Yayınları, r. 16
[30] Selahattin Bağdatlı,
Felsefeden Edebîyata Selahattin Hilav 1928-2005, Çiviyazıları,2006, İstanbul, r. 35
[31] Doğan Özlem, & Güçlü Ateşoğlu,
Selahaddin Hîlav’a Saygı, Agora Kitaplığı, Îstenbul, 2006, r. 2
[32] J. b., r. 2
[33] Selahattin Hilav,
Felsefe Yazıları, 3. Baskı, s. 410
[34] J. b. r. 410
[35] Doğan Özlem, & Güçlü Ateşoğlu,
Selahaddin Hîlav’a Saygı, r. 22, Agora Kitaplığı Yayınları, İstanbul, 2006
[36] Lütfü Seymen,
Bilmiyorsan Sor Kardeşim, http://www.habervesaire. com/news/ bilmiyorsan-sor- kardesim-1232.html
[37] J. b.
[38] Emin Nedret İşli,
Sayın Soner Yalçın,
http://www. habervesaire.com/ news/bilmedigini-de-bilmez-1233.html, 06.04.2009
[39] Sema Rifat,
Selahattin Hilav ve Paris Mektupları, Turkiye İş Bankası Yayınları, r.16
[40] Selahattin Bağdatlı,
Felsefeden Edebiyata Selahattin Hilav (1928-2005), Çiviyazıları Yayınları, 2006, İstanbul, r. 38
[41] Lamîa Hîlav, Bîranînên di derbarê Mehmed Mîhrî Hîlav de, arşîva taybet
[42] Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 75, 10ê Teşrîn 1956, s. 1-2
[43] Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 95, 10 Gulan 1957, r. 22-23
[44] Li gor neqilkirina Cutyar Tofîq Hawramî,Dr. Evdirehmanê Hecî Marîf di kitêba xwe ya bi navê “
Raberî Serçawe Le Barey Zimanî Kurdîyewe” de amajeyê pirranîya gotar û lêkolînên Mehmed Mîhrî kirîye û gotîye: “Di navbera salên 1955-1956an de, li jêr navê ‘
Zimanê Kurdî’, zincîre nivîsên wî di jimarên navbera 47-74 ên kovara
Hetaw li Hewlêr de hatine belavkirin. Di heman kitêbê de dibêje, ev zincîre gotaran di kovara
Kurdistan (1919-1920) de jî bi navê M. M. hatine belavkirin. (Cutyar Tofîq Hawramî,
Yadêk Le Mihemedê Mîhrî, http://www. saradistribution. com/mihri.htm, 20.04.2013) Li gor agadarîya di bareyê naveroka vê kitêbê de, bi îhtimalek mezin behsa xebata wî ya bi navê
Muqeddîmet’ûl Îrfan tête kirin. [S. V.]
[45] Di hejmara sêyemîn (3.) Kovara
Rojî Kurd de nivîsek bi sernavê “
Ji Mezinên Kurdan: Seleheddînê Eyûbî” hatiye belavkirin û navê nivîskarê wê wekî “M” hetîye nivîsandin û mimkune ku ew “M” jî kurteya navê “Mehmed Mîhrî” be.
[46] Kovarî Hetaw, Jimar: 47, 20 Teşrînî Duwem 1955, r. 1-2-3-4
[47] Kovarî Hetaw, Sal: 3, Jimar: 74, 30ê Eylûl 1956, r. 1-2-3
[48] Mehmed Mîhrî,
Sûdan Seyhatnamesi, İstanbul 1326
Yorum Yap