بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
| اَلسَّلاَمُ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَةُ اللهِ وَبَرَكَاتُهُ اَبَدًا دَۤائِمًا |
|
|
Birayên min ên ezîz û sidîq!
Ez bi we re pir eleqedarim û gelek zêde hevdîtina we dixwazim. Ez rewşa we meraq dikim. Dema ku xeyalen min bi we re hevdîtin pêk dianî du nuqte hatin bîra min, beyan dikim:
A yekî: Di dawiya Peyva Nozdehan de gelek hîkmetên dubar yen di Qur’anê de, di Rîsaleyê Nûr de jî cereyan dikin. Nexasim hîkmeta duduyan bi temamî tê de heye. Ew hîkmet ev e:
Her kes her wextî mihtacê Qur’anê ye. Lê her kes her wextî nikare Qur’anê tevî bixweyne. Lê pirê caran dikare sûreyekê bixweyne. Ji ber vê yekê meqsedên Qur’anê yên herî girîng di pirê sureyén dirêj de hatine bicîkirin; her sûreyek ketiye hukmê Qur’aneke piçûk. Nexwe ji bo tu kes jê neye mehrûmkirin hin meqsedên mîna heşir, tewhîd û Qiseya Mûsa (a.s.) hatine dubarekirin. Eynî ji bo vê hîkmeta girîng e ku, hinek caran bê xebera min, bê riza û xwestina min hinek heqîqetên îmanê yên narîn û delîlên wê yên bihêz di risaleyn de hatine dubarekirin. Ez heyret dimam; gelo çima evana bi min dane jibîrkirin, careke din bi min dane nivîsandin? Paşî bi awayekî qet’î min fehm kir ku, vî zamane her kes mihtacê Rîsaleyê Nûr e. Lê nikare tevî bi dest bixe. Ger ku bi dest bixe jî nikare tevî bixweyne. Lêbelê dikare rîsaleyekê camî’e ya ku ketibe hukmê Rîsaleyê Nûreke piçûk bi dest bixe. Û pirê caran meseleyên ku pêdiviya wî pê heye dikare bixweyne û wekî qût çawa ku her daîm pêdiviya wî dubare dibe, ew jî dê mutaleya xwe dubare bike.
Nuqteya Duduyan: Di dawiya rîsaleya erebî ya bi navê Wîrdu’l-Ekber ku ew jî ji Ayetu’l-Kubrayê derketiye de, qismên erebî wekî tefsîra ayeta serê Rîsaleya Munacatê bê îlawekirin û bi hev re bê xwendin munasib e. Me jî di nusxweya xwe de nivîsand.
A sisêyan: Birayên min ên ezîz! Pirê caran dihate dilê min, “ji bo çi Îmamê Elî (r.e.) gelek zêde girîngî daye Rîsale-ê Nûr û nexasim jî Ayetu’l-Kubrayê?” Ez li benda raza vê yekê bûm. Lîllahîlhemd hate bibîrxistin. Ezê niha, tenê îşareteke kin bi raza ku înkîşaf bûye bikim. Bi vî awayî:
Ji ber ku taybetmendiyeke Rîsaleyê Nûr ya bijarte, bi awayekî bihêz û ket’î beyankirina nuqteya îstînadê ya îmanê ya herî dawî û herî giştî ye, ev taybetmendî di Rîsaleya Ayetu’l Kubrayê de fewqelade ronak xuya dike. Û di vê sedsala ecêb de pevçûna kufr û îmanê, sîrayetî nuqteya îstînadê ya herî dawî dibe, digihîje wê. Mesela çawa ku, di herbeke meydanê ya gelek mezin de û li çoleke ku hemû hêzên herdû aliyan jî lê civiyane de du her tabûr şer dikin. Aliyê dijmin, cîhazên herbê yên artêşa xwe ya herî mezin dişîne hawara tabûra xwe û ji bo moralê wê fewqelade teqwiye bike her amûrî bikar tîne, ji bo moralê tabûra ehlê îmane xera bike û piştgiriya kesên wê bişkîne her wesîleyî bikar tîne. Îstînadgehekê wê ya girîng bi aliyê xwe ve dide meyilkirin û hêza wê ya îhtiyadê belawela dike. Cemaeteke ku bi ruhê cemiyet û komîtebûnê hevgirtî derdixe hemberî her ferdekî ji tabûra misliman. Tam di wê hengameya ku dê êdî moralê wê ji binî mehf bibe de yekî mîna Xizir derdikeve û ji wê tabûrê re dibêje:
“Bêhêvî nebe! Nuqteyeke te ya îstînadê ya wisa zexm, artêşên te yên wisa muhteşem ên mexlûb nabin û hêzên te yên îhtiyadê yên ku qet naqedin hene ku, dinya giş bibe yek nikare derkeve hemberî wan. Sebebekî têkçûna te ya niha, li hemberî cemaetekî û şexsekî me’newî derxistina we ya kesekî bi tenê ye. Bixebite ku her neferekî te bi wê qeweta manewî ya ku ji wan daîreyên ku nuqteyên îstînadên e manen îstîfade kiriye, bila derbasî hukmê cemiyetekê û şexsekî manewî bibe” got û tam qenaetekê da
.
Eynî wisa jî, ehlê dalaletê yê ku êrîşî ehlê îmanê dike, ji hêla ku ev sedsal dema cemaetê ye, bi havênê cemiyet û komîtetiyê bûye şexsekî manewî û ruhekî xebîs, wijdanê gelemperî û qelbê giştî yê di alema misilman de xera dike. Û perdeya gewre ya Îslamî ya ku îtîqada avam a ku teqlîdî ye diparêze, diqetîne û agir berdide wan hestên mutewarîse yên ku bi ananeyan hatine û jiyana îmanî didomînin. Di wê hengameya ku her misilmanek ji bo ku ji wê şewata erjeng xelas bibe bi awayekî bêhêvî kefteleftê dikir de, Rîsaleyê Nûr mîna Xizir gihîşte hawarê. (Hêzeke ku nikaribe kaînatê xera bike, nikare wê artêşê belav bike.) Artêşa xwe ya dawiyê ya ku kaînatê dorpêç dike nîşan dide û ji wê di xizmeta anîna hawara bêberhingar a maddî û manewî de Îmamê Elî (r.e.) Ayetu’l-Kubrayê wekî leşkerekî emîrber bi keşfê dîtiye, bi girîngî nîşan daye.
Nuqteyên din ên di temsîlê de hun tetbîq bikin, heta ku xulaseya wê razê xuya bike. Li hemû birayên me yek bi yek selam…
Seîd Nûrsî
Wergêr: Medeni ÖĞÜT
Yorum Yap